Kartên hilbijartinan têne belavkirin
Piştî avakirina lijneyên hilbijartinan li bajar û bajarokên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, belavkirina kartên hilbijartinan dest pê kir. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan pêşbîn dike ku nêzî 3 milyon hilbijêr dengên xwe bidin.
Avakirina lijneyên hilbijartinan li bajar û bajarokên 7 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bûn. Di wan xebatan de 125 lijne hatin avakirin.
Piştî wê xebatên belavkirina kartên hilbijartinan li şêniyan bi rêya komînan dest pê kir. Di radestkirina kartan de, navên şêniyan li gorî qanûna hilbijartinan tên tomarkirin.
Li gorî qanûna hilbijartinan, kesên 18 salî temam kiriye û ji şêniyên herêmê ye û ev 5 sal e lê dimîne, dikare kartê wergire û tev li hilbijartinan bibe.
Hemwextî belavkirina kartan, partî û blokên siyasî, civakî û kesayetên serbixwe, daxwaznameyên tevlêbûna hilbijartinan ji lijneyên hilbijartinan re pêşkêş dikin.
Li gorî hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Hisên El Şêx, çaverê ye ku 3 milyon şênî li herêmê dengên xwe di hilbijartinên şaredariyan de bidin.
(şx)
ANHA
kobanê
minbic
qamişlo