Ji Koçberên Efrîn û Şehba yên li Minbicê banga hesabkirina Tirkiyeyê

Nivîsgeha Rêxistinkirina Koçberên Efrîn û Şehba li kantona Minbicê di salvegera 11ˊemîn a komkujiya Til Hasil û Til Eranê de banga hesabkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir.

Ji Koçberên Efrîn û Şehba yên li Minbicê banga hesabkirina Tirkiyeyê
Ji Koçberên Efrîn û Şehba yên li Minbicê banga hesabkirina Tirkiyeyê
Ji Koçberên Efrîn û Şehba yên li Minbicê banga hesabkirina Tirkiyeyê
Ji Koçberên Efrîn û Şehba yên li Minbicê banga hesabkirina Tirkiyeyê
27 tîrmeh, 2024   16:49
MINBIC

Nivîsgeha Rêxistinkirina Koçberên Efrîn û Şehba di salvegera 11ˊemîn a komkujiya Til Hasil û Til Eranê daxuyaniyeke da. Endamê nivîsgehê Fadil Derwêş bi beşdariya endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê, desteyên wê û partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û hêzên leşkerî daxuyanî xwend.

"Di ser komkujiya Til Eran û Til Hasilê de 11 sal derbas bûn û em di lûtkeya şerê li Sûriyeyê û cîhanê de dijîn. Ew di rewşa krîza Sûriyeyê de destpêkek bû, her wiha destpêka tevgera gel û kontrolkirina li ser herêmên li erdnîgariya Sûriyeyê bû.

Vê berxwedanê li dijî siyaseta dewleta Tirk a dagirker û li dijî destwerdana wê li kar û barên Sûriyeyê tovê têkoşînê çêkir, her wiha maskê veşartî û armacên delwetên mêtinger di serî de dewleta Tirk, aşkera kir.

Em li ser navê xelkê qurbaniyên komkujiya Til Hasil û Til Eranê bang li kesên dewleta Tirk ew bi kar anîne dikin rewşa xwe di ber çavan re derbas bikin, dost û dijmin ji hev derxin, têkildarî kiryarên xwe beriya ku dem derbas dibe û dîroka wan lanet dike û navên wan dikeve xana îxanet û ajanetiyê, mîna îxaneta Masûd Barzanîn û malbata wî li dijî gelê Kurd û dan û standina wî bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gelê li 4 parçeyên Kurdistanê, lêborînê ji gel bixwazin.

Em bang li hêzên naveteweyî dikin ku dewleta Tirk, Masûd Barzanîn û malbata wî hesab bikin, ji ber ku ew sedemên rastîn ên tevahî komkujiyên li Sûriyeyê ne."

(fr)

ANHA