Îsraîl li ser sînorê Sûriye-Lubnan êriş kir: 2 kes mirin

Hate ragihandin ku balafira şer a artêşa Îsraîlê li ser sînorê Sûriye-Lubnanê erebeyek bombebaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Îsraîl li ser sînorê Sûriye-Lubnan êriş kir: 2 kes mirin
17 gulan 2024   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Rûsyayê ragihand ku balafira şer a Îsraîlê  li herêma Mesnei ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê erebeyek bombebaran kir.

Hate ragihand ku êriş îro piştî nîvro pêk hat, di encamê de 2 kes hatin kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Kanala I24 a Îsraîlê, jî di saetên piştî nîvro ve ragihandinbû ku balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Seyda ya Lubnanê (40 kîlometreyan dûrî sînorê Îsraîlê) erebeya fermandarekî hêzên hewayî yên Hizbullahê Hisên Mehdî bombebaran kiriye.  Di nûçeyê de hatibû diyarkirin di êrişê de Mehdî hat kuştin.

(bb)

ANHA