Meclisa Raperînê ya Başûr kampanyaya alîkariya ji bo Rojava bi dawî kir

Meclisa Gel a Raperînê kampanyaya komkirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê bidawî kir. Di çarçoveya kampanyayê de mîqdarek zêde pere, xurak û pêdiviyên cûr bi cûr ji bo koçber û ziyandîtiyên Rojavayê Kurdistanê hatiye komkirin.

Meclisa Raperînê ya Başûr kampanyaya alîkariya ji bo Rojava bi dawî kir
31 ÇILE, 2026   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gel ya Raperînê, kampanyaya komkirina alîkariyê ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê bidawî kir û encama kampanyayê eşkere kir.

Şalaw Çomanî wek endamê desteya kampanyayê encamên kampanyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.

Li gor wê yekê alîkariyên ku hatine komkirin wiha ne;

-135 milyon Dînarê Iraqê,

-47 hezar 460 Dolarê Amerîkî,

-100 Pound,

-250 Euro,

-30 ton xurak,

-25 ton derman,

-12 ton kelûpelên nav malê / cil û berg

Hawrê Kastro wek nûnerê Meclisa Gel a Raperînê ji ber serkeftina kampanyayê spasiya gel û ragihandinê kir.

Dr. Aram Qadir wek endamê kampanyayê di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got; “Piştî heşt rojan ji xebata ji bo berhevkirina alîkarî û organîzekirina çalakiyên girseyî, vê kampanyayê îspat kir ku gelê Kurd xwedî îrade ye. Ev ji bo gelê Kurd, di aliyê yekitî û nîşandana hevgirtinê wekî yek beden di demên tengasiyê de, ezmûnek pir girîng bû.”

Meclisa Gel a Raperînê spasiya hemû kesayet, sazî û çînên Îdareya rêveberiya Raperînê kir ku di nav de bazirgan, dibistan, hêzên navxweyî û doktor hene. Her wiha behsa rola zarokên ku bi bexşandina pereyê xwê xerca xwendine, beşdar bûne kir. Kongreyê di kesayeta şehîdê xwebexş û şehîdê yekîtiya netewî ya gelê Kurd Şehîd Ehmed Hêmin Kerkûkî de, ji bo hemû şehîdên berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê rêz hate girtin.”