Amadekariyên daxuyaniya hevpar a artêşa Iraq û YBŞ-YJŞ’ê tê kirin

Artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji bo birêvebirina ewlehiya Şengalê amadekariyên hevpar dikin; ev gav wekî destpêka entegrasyonê tê dîtin û tê payîn ku di nava çend rojên pêş de daxuyaniyeke fermî û hevpar li ser dosyaya Şengalê bê ragihandin.

Amadekariyên daxuyaniya hevpar a artêşa Iraq û YBŞ-YJŞ’ê tê kirin
25 cotmeh, 2026   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtinên di navbera Şengal û hikumeta nevendî ya Iraqê de yek ji rojevên herî germ ên sereke ye û raya giştî li bendê ye ku ew hevdîtin veguherin peymaneke çareseriyê ya ji bo rewşa Şengalê. Di nav hefteya borî de hem ji fermandariya YBŞ-YJŞ’ê hem ji rayedarên hikumeta Iraqê derbarê rêkeftineke muxtemel de daxuyaniyên cuda hatin dayîn.

AMADEKARİYA DAXUYANİYEKE FERMİ TÊ KİRİN

Li gorî agahiyên dawî ajansa Rojnewsê Artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) amadekariyên hevpar birêve dibin. Ev gav û liv û tevgera navborî wekî amadekariyekê ye ji bo daxuyaniyeke girîng a fermî ye ku tê payîn di nav çend rojên pêş de derbarê rewşa Şengalê de bê ragihandin.

GAVA YEKEM A ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK

Ev hevkariya nû û gava hevpar di navbera artêşa fermî ya Iraqê û hêzên parastinê yên Şengalê de, ji aliyê çavdêr û pisporên herêmê ve wekî gava yekem a entegrasyona demokratîk tê binavkirin. Ev pêvajo armanc dike ku civaka Êzidî û gelê Şengalê di nav aramiyê de pêşeroja xwe diyar bikin, çareseriyên hevpar di navbera hêzên parastina Şengalê û artêşa Iraqê de bên pêşxistin da ku rê li ber pêşiya vegera koçberan û ji nû ve avakirina navçeyê veke.

GEŞEDANEKE GİRÎNG Jİ BO TEVAHİYA HERÊMÊ

Tê payîn ku çarçoveyeke nû û zelal ji bo dabeşkirina erka ewlehiyê, parastina sînoran û entegrekerina hêzên herêmî di nav pergala ewlehiya fermî ya Iraqê de diyar bike. Ev geşedan ji bo xelkê Şengalê û aramiya tevahiya herêmê gaveke girîng û stratejîk tê hesibandin.