Li Amûdê belavkirina alîkariyê li koçberan didome

Belavkirina alîkariyên mirovî ji bo malbatên koçber ên li bajarê Amûdê dewam dike.

31 ÇILE, 2026   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hevgirtin û yekitîya civakî de, li kantona Cizîrê destpêşxerêyên mirovî ji bo piştevaniya malbatên bi darê zorê koçber bûne dewam dikin.

Girêdayî mijarê, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi hevkariya Heyva Sor û hejmarek rêxistinên sivîl û mirovî, pêşkêşkirina alîkariyên bingehîn ji bo koçberên Efrîn û Şahbayê yên ji bajarên Reqa û Tebqayê hatine û li nuqteyên li bajarê Amûdê bi cih bûne, berdewam dike.

Rojane bi awayekî kolektîv xwarin tê çêkirin, li malbatên li navendên bicihbûnê yên demkî li hundir û gundewaran tê belavkirin.

Endamê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Araz Emîr diyar kir ku dê dezgeh amadekirina xwarinê, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û mazotê li koçberan dewam bike, ji bo vê yekê tîm hatine çêkirin, li tevahî herêmên Cizîrê di xizmetî koçberan de ne.

Zêdetirî 500 malbatên koçber li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê di navendên demkî de dimînin. Hewldan hene ku pêdiviyên bingehîn ji bigihînin koçberan, da ku êşên wan werin sivikkirin.

(ac/fr)

ANHA