PJAK: Pêşxistina yekitiya demokratîk rêya yekane ye

PJAK’ê di 28’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de ragihand: “Yekane rêya Kurdan, pêşxistina têkoşîn û yekitiya demokratîk a her çar parçeyên Kurdistanê ye ku ev yek mîsogeriya aştî û azadiyê ye. Pêwîste demokratîkkirina li Îranê, vê pêvajoyê bi taca azadiyê bixemilîne; baweriya me heye ku ev rêya demokratîk dê hemû gelên bindest bigihîne azadiyê.”

PJAK: Pêşxistina yekitiya demokratîk rêya yekane ye
7 cotmeh, 2026   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bi boneya 28’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PJAK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku eniya pêşeng a têkoşîna Kurd û yekitiya demokratîk a her çar parçeyên Kurdistanê, misogeriya aştî û azadiyê ye.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“28 sal li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û gelê Kurd re derbas dibin. Ev komploya ku di encamê de gihişt 15’ê Sibatê, bi derketina Rêber Apo ya di 9’ê Cotmehê ya ji Sûriyeyê destpê kir. Hewldana wan ew bû ku agirê şer li navçeyê gur bikin, lê 28 salên borî şahidiya berdewamiya hewldana Rêber Apo dikin ku ev yek fersendeke li dijî şerê cîhanî yê sêyemîn.

Îro careke din ji ber helwestên antî-demokratîk ên hêzên cîhanî û herêmî, li şûna pêşxistina aştî û azadiyê ji bo civakên Rojhilata Navîn, şerekî plankirî û sîstematîk ê cîhanî yê sêyemîn li ser gelên herêmê hatiye ferzkirin. Ev pêvajo rasterast li dijî pêvajoya azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bi rê ve diçe.

Zêdetirî sedsalekê di dema borî de, hem pirsa Kurd û hem jî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo û gelê Kurd, ji aliyê hêzên hegemonîk ên cîhanê û dewletên herêmî yên serdest ve li ser Kurdistanê hate sepandin. Vê pêvajoya dîrokî ya dijwar, mixabin Rojhilata Navîn xiste qonaxeke tarî.

Sîstema serdest a cîhanî ku pêşengiya şer, komplo, çewisandin û rûxandinê dike, di salên dawî de bi giranî xerîkî gurkirina şerê li qada cîhanî ye daku rêxistineke nû ya cîhanî li ser bingeha berjewendiyên xwe, desthilatdarî û daxwazên xwe yên serdestiyê ava bike.

Rêber Apo ji 27’ê Sibata 2025’an û vir ve, ji bo pêşxistina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hewl dide. Hewldana wî li dijî kûrkirina şerê cîhanî yê sêyemîn ê li herêmê ye; şerê ku ji bilî wêrankirinê tu destkeftiyan bi dû xwe de nayîne. Ev hewldan dê dawiyê li zincîreya şer û qirkirina rejîmên serdest bîne. Îro gelê Tirkiyeyê di bin sîwana vê hişmendiya Rêber Apo de, di qonaxekê de ye ku ji destkeftiyên pêvajoya aştî û civaka demokratîk sûdê werdigire.

Ev yek di demekê de ye ku xemsarî û bêbextiya rejîma Tirkiyeyê ya di pêşxistina pêvajoya aştiyê de, ev pêvajo xistiye bin metirsiyeke mezin û tu peyameke dilxweşker ji bo gelên herêmê di nav xwe de nagire. Ev rewş wekî hilbijartinekê ye di navbera aştî û şer de; şerê ku wekî şerê cîhanî yê sêyemîn tê binavkirin û niha lûtke û rûyê vî şerî li Îranê bi rê ve diçe.

Armanca Rêber Apo, rizgarkirina gelê Kurd û gelên din ên Rojhilata Navîne, bi taybetî gelên bindest; rizgarkirina wan a ji qirkirina fîzîkî, çandî û şerên wêrankere. Ew şerê ku îro ji her tiştî zêdetir gefê li gelê Kurd dike. Îro hatiye îsbatkirin ku sîstema hegemonîk a cîhanî ku zêdetirî sedsalekê ye herêmê birêve dibe, hemû dewlet-neteweyên navçeyê fêrî şer û qeyranan kiriye.’’

Dewletên herêmê zêdetirî sed salin, şer û çewisandinê ji bo xwe wek rêya çareseriyê diceribînin. Ji ber vê yekê, ji bo derketina ji vê tarîtiya wekî Serdemên Navîn, divê îro rêya çareseriyê ya aştî û diyalogê jî biceribînin. Pêşxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve, derfeta herî mezine ji bo wan.

Eşkere ye ku bêyî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ne şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn bi dawî dibe, ne jî civak û neteweyên azad û demokratîk çêdibin. Di herikîna şeran û peymanên herêmî û navneteweyî de, bazarkirina li ser hebûna gelê Kurd, dikare herêmê ji bo sed salên din jî bixe nav rewşeke xirab û dijwar. Rêya bidawîkirina vê rêya tarî, pêvajoya aştiyê, civaka demokratîk û azadiya Rêber Apo û gelê Kurde.

Hilbijartina rast a gelê me, pêşxistina têkoşîna li dijî şer û komployê ye. Qabiliyet û tehemûla herêmê nemaye ku careke din Kurd bi şer û jenosîdên nû re rûbirû bibin. Ji vê perspektîfê ve, yekitiya têkoşer û demokratîk a gelê me ya li her çar beşên Kurdistanê, garantiya pêşxistina pêvajoya aştiyê û bidestxistina azadiyê ye.

Niha ku Îran di qonaxa dawî ya şerê xwe de ye, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derfeteke çarenûssaze ji bo wê. Îran îro rastî du hilbijartinan bûye, yan şer û wêranî, yan jî aştî û demokratîkbûn. Li Îranê, gelê Kurd geştirîn çiraya çandî ya dîrokê ye û îro demokratîkkirina şaristaniya wê ya kevnar bi şêwazê tevgera demokratîk yan qirker a Tehranê ya li hemberî wan ve girêdayî ye.

Ew şaristaniya ku li hember şerê cîhanê yê sêyemîn rawestiyaye, bêguman bi demokratîkbûnê rizgar dibe. Ger Rojhilata Navîn rûbirûyî pergal û nîzamekî nû yê cîhanî bibe, divê Îran jî li şûna şaristanî û desthilatdariya navendperest, rûbirûbûna bi şaristaniya demokratîk re qebûl bike. Rola gelê Kurd di çar welatên Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de wekhev û diyarkere, înkarkirina wê dê hîn zêdetir ziyan bigihîne.

Wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), tevî şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, destnîşan dikin ku yekane rêya gihîştina bi azadiyê, li dijî şer û komployê amadebûna yekbûyî ya gelên bindest a di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ye. Pêwîste gelê me nirx û aliyên wê şer û komployê bizanibe ku hêzên hegemon agirê wî geş kiriye. Erka me hewldana ji bo dawîanîna komployê û şerê heyî ye.

Em bang li tevahiya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê dikin ku di vê werçerxana dîrokî ya niha de, bi têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo ku endezyarê aştî û azadiyê ye, sîbera reş a şer û kuştinê ji ser serê xwe rakin. Gelê me bi pûçkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, îro gihîştiye asteke mezin a têkoşînê û pêwîste bi pêkanîna demokratîkbûna li Îranê, vê têkoşînê bi azadiyê tacîdar bikin. Baweriya me heye ku ev rêya demokratîk, dê hemû gelên bindest bigihîne azadiyê.”