Dadgehê cezayê girtîgehê li Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî birî

Dadgeha Ceza ya Silêmaniyê biryara xwe ya têkildarî doza Lalezarê de da û cezayê girtîgehê li Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî birî, her wiha biryara berdana du kesan jî da.

Dadgehê cezayê girtîgehê li Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî birî
15 cotmeh, 2026   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Ceza ya Silêmaniyê rûniştina xwe ya dawî der barê doza Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî de lidarxist û biryara girtîgehê li ser girtiyan da.

Li gor biryarê, li Lahûr Şêx Cengî 5 sal û 3 meh, li Polat Şêx Cengî 3 sal û 6 meh û li Rêbwar Hamî Hacî Xalî jî 2 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Di heman rûniştinê de dadgehê cezayê salek û şeş mehan li girtiyên bi navên Aras, Karwan û Remezan birî, ji bo girtiyên bi navên Omer Şêxe û Keywan Mihemed jî biryara berdanê da.

Lahûr Şêx Cengî û hevalên xwe 14 meh in di girtîgeha asayîşa Silêmaniyê de tên ragirtin, piştî çend runiştinên dadgehê, îro dadgehê biryara dawî li ser wan da.

Ji bilî vê dozê, dozek din jî li ser Lahûr Şêx Cengî hatiye vekirin, tê payîn di dema pêş de jî li ser wê dosyaya ku bi madeya 406 hatiye diyarkirin, bê dadgehkirin.

Parêzerên Lahûr Şêx Cengî diyar kirin ku biryara hatî dayîn biryarek ne dadperwerane ye û ewê li encûmena bilind îtiraza biryarê bikin. Piştî biryara dadgehê, Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polat Şêx Cengî di salona dadgehê de nerazîbûn li dijî biryarê nîşandan û wek biryarek şermezarker ji bo dadgeh û desthilata dadweriyê pênase kirin.

Di şeva 22’yê Tebaxa 2025’an de, hêzên ewlehiyê bi ser Otêla Lalezar û mala Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî ya li bajarê Silêmaniyê de girtin. Li gor daxuyaniya hêzên ewlehiyê, ew bi biryara dadgehê wan bi ser her du cihan de girt, daxwaza radestkirina Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî kirin, lê wî ev yek red kir, Piştî vê, di demjimêr 03:00’yê berbangê de di navbera wan de şer derket û di demjimêr 05:00’ê sibehê de şer sekinî. Piştre Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî xwe radest kirin û hatin girtin.