Li Siwêdayê zehmetiyên peydakirina nan didomin

Li Siwêdayê ji ber kêmbûna ard, piranî firneyên li navenda bajêr û gundewaran dîsa rawstiyan.

Li Siwêdayê zehmetiyên peydakirina nan didomin
5 cotmeh, 2025   10:30
SIWÊDA

Nûçegihanên me yên li Siwêdayê ragihand ku firneyên li bajar û bajarokên Şahba û Selxed, û hin firneyên taybet, ji ber kêmbûna ard ji şeva borî ve nan çênekirine.

Ji ber girtina firneyên giştî, şênî li ber hin firneyên taybet kom dibin û ji bo ku nan bistînin 2 saet heta 4 saetan dimînin.

Ji nîvê meha Tîrmehê ve hikûmeta veguêz a Sûriyeyê genim nade Siwêdayê, niha şênî bi ardê ku ji hêla Bernameya Navnteweyî ya Xwarinê (WFP) û Heyva Sor ve carna tê şandin debara xwe dike.

Li gorî çavkaniyên ji firneyan, hefteya borî 2 bar, 402 ton ard, gihîştiye Siwêdayê û gundewarê wê, lê hewceya rojane 120 ton e.

(k)