Trump: Îsraîlê xeta vekişînê ya li Xezeyê pejirand

Serokê DYAˊyê Donald Trump anî ziman ku xeta vekişînê ya ku ji Hamasê re hatiye nîşandan ji aliyê Îsraîlê ve hatiye pejirandin.

Trump: Îsraîlê xeta vekişînê ya li Xezeyê pejirand
5 cotmeh, 2025   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYE'yê Donald Trump li ser platforma medya dîjîtal Social Truth daxuyaniyek da û got, "Piştî danûstandinan Îsraîlê xeta vekişînê ya destpêkê ya ku me nîşanî Hamasê dan, qebûl kir." Trump nexşeyek li peyama xwe bi cih kir ku tê de xeteke zer a bi 1,5 û 3,5 kîlometreyî ya dûrî xaka Fîlîstînê ya li nava Şerîda Xezeyê ye, hate weşandin.

Trump got, "Piştî ku Hamasê ev xet erê kir, wê agirbest tavilê bikeve meriyetê, dest bi pevguhertina dîlgirtî û girtiyan bikin û ji bo qonaxa di rêzê de ya vekişînê em ê şert û mercên pêwîst biafirînin."

Koşka Spî diyar kir ku nûnerê Rojhilata Navîn ê Trump Steve Witkoff û zavayê wî Jared Kushner ji bo şert û mercên berdana dîlgirtiyan binirxînin wê biçin Misrê. Li gorî nûçeya Al Qaherayê, Hamas û Îsraîl wê rojên Yekşem û Duşemê li Qahîreyê bi rengekî neyekser hevdîtinan bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî qebûl kir ku ji bo hevdîtina têkildarî berdana dîlgirtiyan heyeta danûstandinan biçe Misrê, lê belê dema hevdîtinê diyar nekir.