Sermayê dest pê kir, lê hîna mazot nehatiye belavkirin

Şêniyên Hesekê anî ziman ku mazota zivistanê hîna nehatiye belavkirin û ji sedî 75 derfeta malbatan nîne ku mazotê bikirin.

16 mijdar, 2026   06:25
HESEKÊ

Sermayê dest pê kir û hîna mazot nehatiye belavkirin. Li gorî nêrîna şêniyên Hesekê ji sedî 75 malbat dê nikarbin mazota zivistanê bikirin. Lîtreya mazotê bi 17 hezar û 500`ye. Malbatên ku mazota zivistanê kirîne jî wan ji bazarê bi bihayê 17 hezar û 500 kirîn. 

DERFETA WELATIYAN NÎNE KU BIKIRIN

Ehmed Hac Silêman da zanîn ku mazot li bazarê jî nayê peydakirin û heke hebe lîtreya wê bi 16-17 hezar û 500 ye.

Ehmed Hac Silêman diyar kir ku ji bo zivistanê ancex 3-4 bermîl têra her malbatekê bike û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ji xwe ji sedî 75 malbat dê nikarbin mazotê bikirin. Her malbatek dê li gorî derfetên xwe alternatîfekê an jî çareseriyekê peyda bike. Heke derfeta wan hebe dê êzingan bikirin û bi kar bînin. Ji xwe nebe jî dê zivistanê di bin betaniyê de derbas bikin.

Hac Silêman bal kişand ser xwepêşandanên gel ên li dijî buhabûna mazotê  jî û bi bîr xist ku rêya M4 qut kir û xwepêşandan li dar xist.

KARKER DÊ ÇI BIKIN?

Mihemed Ebdullah der barê rewşa karkeran de axivî û got: "Em nema dikarin debara xwe bikin. Karker di rojê de tenê 50 lîreya Sûriyeyê werdigire. Her ku sotemenî, kel û pel biha dibin rewşa karkeran xirabtir dibe."

Mihemed Ebdullah bang li hikûmeta demkî kir ku buhayên sotemeniyê, kel û pelan erzan bike da ku bikarbin pêdiviyên xwe pêk bînin.

Her wiha ajokerê motorsîkletê Salim Ebdullah bi van gotinan behsa rewşa xwe di zivistanê de kir: "Rewşa me vê zivistanê zehmet e. Ez ji sibehê heyanî êvarî li ser matorsîkletê dixebitim da ku pêdiviyên malbata xwe pêk bînim. Ez bi zorê pêdiviyên malê pêk tînim, ez ê çawa mazotê bikirim. Ez nikarim sobeya êzingan jî deynim ji ber yek ton dar nêzî 200 dolarî ye."

(np)

ANHA