Di êrişa Rûsyayê de jinek hat qetilkirin, 9 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku di êrişên şeva borî yên Rûsyayê yên li ser herêma Zaporizhzhia ya li başûr-rojhilatê Ukraynayê de jinek hat qetilkirin û 9 kes birîndar bûn.

Di êrişa Rûsyayê de jinek hat qetilkirin, 9 kes birîndar bûn
5 cotmeh, 2025   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên Ukraynayê, şeva borî di êrişeke hewayî ya Rûsyayê ya li herêma Zaporizhzhiadi ya başûrê rojhilatê Ukraynayê de jinek hat qetilkirin û 9 kes birîndar bûn. 

Şaredarê herêma Zaporizhzhia Ivan Fedorov got, di encama êrişa Rûsyayê de avahiyek niştecîbûnê ya pirqatî bi qismî hilweşiyaye. Fedorov wêneyên wêraniya ji ber êrişê çêbûye parve kirin.

Hêzên parastina hewayî yên Polonyayê daxuyaniyek li ser X’ê parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî zêdebûna êrişên Rûsyayê, wan balafirên şer û pergalên parastina hewayî ji bo parastina qada hewayî, bi taybetî li deverên li kêleka sînorê Ukraynayê, belav kirine.

(bb)