Li Dirbêsiyê ajokarên servîsan dev ji kar berdidin

Ajokarên di navbera Dirbêsiyê û Hesekê de dixebitin, 50 hezar lîreyî ji rêwiyan werdigirin lê dîsa nikarin mîna berê bixebitin. Gelek ajokaran dev ji berdaye.

Li Dirbêsiyê ajokarên servîsan dev ji kar berdidin
11 mijdar, 2026   07:50
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Çûyîn û hatina ajokaran li ser xeta Dirbêsiyê û Hesekê li gorî berê gelekî kêm bûye. 

Mahir Şemdîn yek ji ajokarên li ser xetê dixebite, got: "Ji ber mazot biha ye kirêya rê jî biha ye. Êdî mîna berê erebe li ser xetê naxebitin. Berê ajokaran di hefteyê de 130 lître mazota xizmetguzariyê werdigirt. Niha ji 48 erebeyan tenê nêzî 15 erebe li ser xeta Dirbêsiyê û Hesekê dixebitin. Ajokar neçar in ku lîtreya mazotê bi 17 hezar û 500 lîreyî bikirin. Ji ber vê yekê kirêya rê bûye 50 hezar lîre. Em tenê carekê ji Dirbêsiyê biçin Hesekê û werin, em nêzî 400 hezar lîre xerc dikin. Carinan dibe ku ajokar vala bizivirin. Jixwe çêkirina erebeyê û zeyt jî li ser me ye. Bihabûna mazotê bandorê li tevgera şêniyan jî kiriye. Gelek kes kirêya rê bi wan re nîn e û ji ber wê dev ji karê xwe berdidin."

Mehmûd Şêxmûs jî got: "Berî ku mazot biha bibe û lître bibe bi 17 hezar û 500`î, rewşa me baş bû. Lê em niha di karê xwe de zirarê dibînin. Em nikarin debara jiyana xwe bikin. Em daxwaz dikin ku buhayê mazotê mîna berê be. Barê me û welatiyan sivik bibe. Gelek ajoker ji ber bihabûna mazotê dev ji karê xwe berda û niha li mala xwe bê kar in."

(np)

ANHA