Ava Firatê li Dêrazorê bilind bû; zevî binav bûn û stasyonê avê ji xizmetê derketin

Asta ava çemê Firatê li Dêrazorê bilind bû, av gihîşte kolana Kornîş û stasyona El Cinêne, zeviyên çandiniyê jî binav bûn, 4 stasyonên ava vexwarinê ji xizmetê derketin.

Ava Firatê li Dêrazorê bilind bû; zevî binav bûn û stasyonê avê ji xizmetê derketin
27 îlon, 2026   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber ava zêde ji bendavên Firatê hatin berdan, ava çemê Firatê li bajarê Dêrazorê û gundewarên wê zêde bû, ev yek hişt ku av li gelek cihan ji rêya xwe derkeve, niha gihîştiye beşeke kolana Kornîş û stasyona avê ya El Cinêne, her wiha zeviyên çandiniyê yên nêzî çem binav bûn.

Wezareta Enerjiyê diyar kir ku vekirina rêya ava bendavên firatê di 22`ê Îlonê de dest pê kir, ev yek hişt ku ava zêde bighêje Dêrazorê û li Parêzgehên Reqa û Dêrazorê bi lez biherike.

Wezaretê da zanîn ku ji ber zêdebûna avê ya ku ji hêla Tirkiyeyê ve tê ev yek rû dide, daxwaz ji şêniyan kir ku ji çem dûr bikevin û melevaniyê nekin.

Di encama bilindbûna asta avê di çem de stasyonên ava vexwarinê ya Mihêmîd, El Cinêne, Sifêra Tehtanî û El Kesra hatin rawestandin, av kete stasyona El Cinêne.

(sb)

ANHA