Koçberên li Kobanê yên li dibistanan daxwaza vegereke ewle dikin         

Koçberên ji Reqa, Girê Spî û Minbicê ku li dibistanên bajarê Kobanê dimînin, di nava şert û mercên jiyanê yên krîtîk de dijîn.

24 îlon, 2026   03:55
KOBANÊ

Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, zext li ser malbatên koçber zêde bûne da ku ji polên dibistanan derkevin û li şûna wan jî xwendekaran re were vekirin. Ev biryar fikir û metirsiyeke mezin di nava koçberan de çêkiriye, ji ber ku tu cih û stargehên din ên alternatîf ji wan re nehatine peydakirin.

Ev malbat ji ber kêmasiya alîkariyên mirovî, nebûna xizmetguzariyên bingehîn mîna av, kehrebe û dermanan, di rewşeke pir xerab û bêhêvî de ne. Piraniya wan zarok û kal û pîr in ku nikarin mesrefên kirêkirina xaniyan peyda bikin.

Koçbera bi nave Sîham Mislim ku di dibistana bajarê Kobanê de dimîne got ev 10 meh e em di nava zehmetiyên giran de derbas dibin ku heta niha bê av û kehrebe dijîn di nava zextên pir giran de ne.

Sîhamê diyar ku em jî dixwazin ku wek her kesî bijîn û da zanîn ku bi destpêka sala nû ya xwendinê, zorê  li ser malbatan dikine ku ji polên dibistana derkevin, lê heta niha tu warên ku em pê de biçin tune ye. Sîhamê di dawiya axaftina xwe de got: “Divê ji bo me jî çareserî werin dîtin.”

Ehmed Mihemed Elî ku ji Girê Spî ye, diyar kir ku Ehmed û malbata xwe du caran koçber dibin û got: “Ku ji Girê Spî koçberî bajarê Reqayê bûn, piştre dema ku şer li bajarê Reqayê dest pê kir koçberî bajarê Kobanê bûn û di nava dibistanên bajarê Kobanê de cih girt.”

Ehmed Elî û malbata xwe ku di dibistanên kobanê de dimînin dibêje: “Dibistan ji bo xwendinê ne, ne ji bo rûnişkandinê. Zarokên me ji perwerdeyê bêpar mane û mafê wan ê herî bingehîn ku di dibistanê xwe de fêrî zimanê xwe bibin, tune ye.”

Elî destnîşan kir ku em dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe û got: “Daxwaza me ew e ku ji nû ve ewlahî vegera da ku em koçber vegerin malên xwe û bi jiyaneke aram jiyan bikin.”

Zaroka bi navê Bişra Mislim Koçberê Bajarê Reqayê ye daxwaza xwe anî ziman û got: “Em dixwazin vegerin cih û warê xwe da ku em jî dibistanên xwe de perwerde bibin wekî her zarokekî ku xwendina xwe dike.”

Koçber bang li saziyên mirovî û cihên peywendîdar dikin ku destwerdaneke lezgîn ji wan re bê kirin û çareseriyeke guncaw ji bo wan were dîtin. Divê stargehên wan peyda bikin berî ku bên derxistin û di nava kolanan de bimînin.

(so)

ANHA