Bihabûna mazotê barê şêniyan giran kiriye

Zivistan nêz dibe û mazot biha ye. Şênî ji bo pêdiviya xwe pêk bînin li çareseriyên alternatîf digerin.

Bihabûna mazotê barê şêniyan giran kiriye
Bihabûna mazotê barê şêniyan giran kiriye
Bihabûna mazotê barê şêniyan giran kiriye
10 cotmeh, 2026   02:50
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

13`ê Îlonê hikumeta veguhêz mazot biha kir, berê lîtreyeke mazotê bi 12 hezar û 500 bû niha bûye 17 hezar û 500. Her wiha benzîn û gaz jî biha bûne. Piştî ku mazot biha bû êdî kel û pel, kirêyên rê û hwd jî biha bûn.

Demsala zivistanê nêz bû û şêniyan dest pê kiriye li çareseriyan digerin. Li şûna mazotê dixwazin daran bi kar bînin, dar jî biha bûne, berê tonek bi 100 dolarê Amerîkî bû niha bûye 250-350 dolar.

Rêveberiya Xweser her sal berî demsala zivistanê mazot li şêniyan belav dikir, her malbatekê 300 lître mazot werdigirt, lîtreyek bi hezar û 100 lîreyî bû.

Şêniyên bajarê Çilaxayê têkildarî mijarê axivîn.

Hecî Îyada Ebdo got: "Piştî ku mazot biha bû kel û pel jî biha bûn û em nema dikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Mûçeyê min tenê milyonek û 200 hezar e ez ê çawa mazota zivistanê bikirim û pêdiviyên malbata xwe pêk bînim, niha tenê betaniyên me hene û anceq em zivistana xwe bi betaniyan derbas bikin, ez nikarim mazotê bikirim."

Dura Seyîd Elî jî got pirsgirêka malbata wê ya aborî heye û wila lê zêde kir: "Mûçeyê hevjînê min tenê milyonek û 200 hezar e, têra me nake ku em pêdiviyên xwe yên du hefteyan bikirin, me amadekariya zivistanê nekiriye û em li bendê ne ku demsala pembû bi dawî bibe û em biçin şîvikên pembû berhev bikin, em nikarin bermîleke mazotê bi 3 milyon û 500 hezar lîreyî bikirin, an jî tonek dar bi 350 dolarî bikirin. Ez ê şîvikên pembû kom bikim û zivistanê xwe li ber sopa daran germ bikin."

Her wiha Hisên Rehîl ji bo rewşa xwe û malbata xwe got: “Em nikarin bi vê bihabûnê mazota zivistanê û daran bikirin, em ê zibilê kom bikin û xwe li ber germ bikin.”

(np)

ANHA