Li Dêrikê konferansa komînan hat lidarxistin

Şêniyên ku tevlî konferansa komînan a li Dêrikê hatiye lidarxistin, bûne, li ser rêbazên pêşxistina karê komînan û zêdekirina rola wan gotûbêj kirin.

14 îlon, 2025   16:28
QAMIŞLO

Îro li bajarê Dêrikê, bi dirûşma "Komîn bingeha avakirina aştî û civakek demokratîk e", konferansa komînan hat lidarxistin. 

Endamên saziyên xizmetguzariyê, serokên eşîran, û hevserok û endamên komunan, tevlî konferasê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li lêkolînên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rola komînan de hatin guhdarkirin. Paşê ji Peymana Civakî beşê girêdayî komînan ji hêla Îlham Abdullah û Lawîn Cidêê ve bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin.

Beşdaran li ser mekanîzmayên xebatê yên komînan di nav bajar û gundewarên wê de û rola komînan di avakirina civakên hevgirtî de gotûbêj kirin. Beşdaran bal kişandin ser rola komînan a zêdekirina hevkariyê di navbera endamên civakê de.

Beşdaran her wiha dan zanîn ku birêxistinkirina civakê bi rêya komînan pêk tê.

Konferans bi van pêşnyaran bi dawî bû:

Lidarxistina dewreyên perwerdeyê yên ramyarî, tenduristî ji bo beşên cûda yên civakê.

Dayîna derfetên berfirehtir ji bo komînan da ku karibin  têkildarî xizmetê biryaran bigirin.

 Rê li ber destpêşxeriyên civakî û projeyên xizmetê were vekirin.

Avakirina komîteyeke taybet ji bo şopandina dozên gendeliyê.

 Divê hemû endamên saziyan di nava komînan de xebatê bikin.

Pêşnyarên konferansê dê ji bo konferansa berferh a li ser asta kantona Cizîrê werin pêşkêşkirin.

Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê xebata komîn û meclisan de civînek li dar xistbû û di 28`ê Hezîranê de banga ji nû ve birêxistina xebatên komîn û meclisan kiribû.

(k)

ANHA