Bi nêzîkbûna zivistanê re bandora bihabûna sotemeniyê girantir dibe

Li bajarê Dêrikê şênî ji ber bihabûna mazotê û kel û pelên xwarinê zehmetiyê dibînin û nikarin debara jiyana xwe ya rojane bikin.

Bi nêzîkbûna zivistanê re bandora bihabûna sotemeniyê girantir dibe
3 cotmeh, 2026   06:20
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Demsala zivistanê nêz bûye û hîna şêniyên bajarê Dêrikê mazota xwe ya zivistanê nekiriye.

Sala borî bermîleke mazota zivistanê bi 210 hezar lîreyê Sûriyeyê (lîtreyek bi hezar û 100 lîreyî) bû lê îsal bermîleke mazotê bi 3 milyon û 500 lîreyî (30 hezar lîreyî) ye.

Şêniyê bi navê Hehed Mihemed têkildarî mijarê got: "Ji bo ku em zarokên xwe xwedî bikin, ji sibehê heyanî êvarî em li kolanan li kar digerin. Em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin, em ê çawa mazota zivistanê bikirin? Karê ez dikim têra kirîna nan nake."

Yasîn Ehmed jî got: "7 zarokên min hene û ez karker im. Karê min rojane ye û heke ez rojekê bixebitim encax dikarim nan ji malê re bikirim û heke ez nexebitim li min zehmet e ku ez heqê nan peyde bikim. Em êdî nema dizanin çawa debara jiyana xwe bikin. Zivistan nêz bû, ez ê çawa mazotê ji malbata xwe re bikirim?”

Idrîs Hisên jî anî ziman ku bihabûna mazot û madeyên xwarinê gelek ziyan gihand welatiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Malbatên xizan herî zêde ziyan dît. Gelek malbat li şûna mazotê darên hişk dikirin. Sala borî gelek malbatan 2 sobe danîbûn lê îsal neçar in ku tenê sobeyekê deynin. Ew nikarin ji bo 2 sobeyan mazotê bikirin."

ANHA