Rewşa debarê her ku diçe xirab dibe

Lêkolîner û pisporê aborî Celal El Kîlanî destnîşan kir ku pirsgirêka aborî ya li Sûriyeyê ne tenê ji ber faktorekî ye, lê encamê siyasetên aborî yên dijwar ku komî ser hev bûne û nebûna binesaziya darayî ye.

Rewşa debarê her ku diçe xirab dibe
9 mijdar, 2026   03:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa aborî û debarê ya gelê Sûriyeyê ku roj bi roj xirabtir dibe de, lêkolîner û pisporê aborî Celal El Kîlanî ji ajansa me (ANHA) re axivî.

Celal El Kîlanî da zanîn ku zêdebûna buhayên sotemeniyê nêzî astên cîhanî dibe, ev jî yekser bandorê li lêçûna veguhestinê, pêşesazî û çandiniyê dike.

PERE TUNE NE Û DOLAR TÊ BIKARANÎN

Girêdayî mijara nebûna pereyan, El Kîlanî ev şîrove da: “Aboriya Sûriyeyê ji ber nebûna lîreyên Sûriyeyî bi awayeke dijwar rastî zehmetiyan tê, di encamê de sûk bi şêweyeke berfireh berê xwe da dolar. Ev jî bû sedema aktîvbûna pereyan bê windakirin, ev hişt ku buhayên pereyên hundirîn li gorî buhayên serfkirina dolar werin bikaranîn.”

El Kîlanî diyar kir ku buhayê serfkirina dolar 14 hezar û 500 lîreyan derbas kir, ev yek hişt ku pêleke nû ya bihabûnê derkeve.

MÛÇE TÊRÊ NAKIN

Tevî ku 2 caran (ji sedî 200 û ji sedî 50) li pey hev mûçe hatin zêdekirin, herî kêm mûçe gihîştin mîlyonek û 256 hezar lîreyan jî, lê ji ber hilweşîna nirxê lîreyê ev zêdebûna li ser mûçeyan jî vala çû.

Mûçeyê karmendekî hikumetê yên ku bawernameya wan a zanîngehê heye dighêje mîlyonek û 130 hezar lîreyan, li aliyeke din xeta hejariyê ya ji bo malbatekê mehane bi qasî 3 mîlyon û 110 lîreyan e, ev tê wateya ku mûçeyê hikumetê têra pêdiviyên esasî yên malbatan nake.

HEMA JI BO BIHABÛNÊ NIMÛNEYEKE

Li parêzgeha Hemayê ku pirsgirêka aborî ya diyar heye buhayê cereyeke xazê bi 170 hezar lîreyî ye, cereya xazê ya sînayî jî bi 270 hezar lîreyan e.

Xwediyê firin, xwaringehên gelêrî û dikanên pîşeyî dan zanîn ku domandina van buhayan wê bihêle ku berhem bên bihakirin, ev jî zirarê li barê giran ê debarê dike, li alieke din dihêle berhemdayîn kêm bibe û betalî zêde bibe.

LÊÇÛNA VEGUHESTINÊ Û KIRÊYAN

Heke aloziya li bajêr li gorî fatoreyên kehrebeyê bê pîvandin, li gundên Hemayê bi lêçûna veguhestinê û dabînkirina sotemeniyê tê pîvandin, li gundê El Tiwênî Salim Şahîn ev tişt anî ziman: “Ez çandiniyê dikim, pere hemû ji bo seyare û sotemeniyê diçin, beriya aloziyê me yekser berhem dida sûkê, lê îro ez ji firotinê zêdetir pereyan dibim.”

Li hêleke din ciwanê bi navê Samir Hîcazî (29) ev 3 mehin li xaniyekî digere, lê kirêya malan li Hemayê di navbera 800 hezarî heta mîlyonekê ye, ev zêdetirî mûçeyên wî û yên hevjîna wî ye.

Mûfîda Seycerî dayika 4 zarokan e jî vê salê bi 5 mîlyon û nîvan anku bi 400 dolarî, cil ji zarokên xwe re kirî ne.

(sb)

ANHA