Cotkarên Girkê Legê daxwaza pereyên xwe dikin

Li bajarê Girkê Legê cotkaran daxwaz ji hikumeta veguhêz kir ku pereyên wan ên genim zû bide da ku dest bi demsala nû ya çandiniyê bikin.

Cotkarên Girkê Legê daxwaza pereyên xwe dikin
8 cotmeh, 2026   04:50
QAMIŞLO
ROHAT XELEF-KÎNAN EL SEYÎD

Cotkarên herêma Cizîrê ev 3 meh e ku genimê xwe daye hikumeta veguhêz û hîna pereyên xwe wernegirtine. Cotkar li hember vê rewşê bêzar in û dibêjin ew nikarin dest bi demsala nû ya çandiniyê bikin. 

Cotkar Hisên Silêman got xwediyên derase û traktoran daxwaza pereyên xwe ji wan dikin û hîna wan pereyên xwe wernegirtine. Silêman ji bo rewşa demsala nû ya çandiniyê jî got heyanî ew pereyên xwe wernegirin, nikarin dest bi demsala nû ya çandiniyê bikin, ji ber sotemenî û cotkirina erdan biha ye û gelek cotkar dê nekarin tov, gubre û mazotê bikirin û erdên xwe cot bikin.

Şakir El Miftah jî got piraniya xelkê herêma Cizîrê bi çandiniyê xwe xwedî dike, derengmayîna pereyên genim bandorê li jiyana wan dike, cotkar bi pereyên genim amadekariya demsala nû ya çandiniyê dikin û daxwaz ji hikumeta veguhêz kir ku pereyê cotkaran zû bide.

Her wiha Siphî Hebeş anî ziman ku ew li benda pereyên xwe ne, heke nedin ew ê nekarin dest bi çandiniyê bikin.

(np)

ANHA