Qebîleya El Mihelemiye: Peyama Rêber Apo berdewama dîroka biratiyê û hevgirtina gelan e

Qebîleya El Mihelemiye-Al Zêno destnîşan kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan, berdewamiya têkoşîna dirêj a biratiyê û hevgirtinê ye ya ku ji gelek sedsalan ve, gelên herêmê kiriye yek, bingeha xurt a baweriyê û hevkariyê hem niha hem pêşerojê ye.

Qebîleya El Mihelemiye: Peyama Rêber Apo berdewama dîroka biratiyê û hevgirtina gelan e
14 îlon, 2025   16:56
QAMIŞLO

Berdevkê Qebîleya El Mihelemiye-Al Zêno Enwer Elî Zêno û serokê qebîleyê Şêxmûs Hac Mihemed bersiva peyama Rêber Abdullah Ocalan dan ku ji rûpsiyên êlên herêma Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re şandibû. 

Di nameya qebîleyê de wiha hate nivisîn: “Ji bo birêz Abdullah Ocalan. Silav û rêz. Em qebîleya Mihelemiyê -Al Zêno bi serokatiya rûspî Şêxmûs Hac Mihemed û berdevkê wê birêz Enwer Elî Zêno, spasiya te dikin. Ew peyama te ji me re hatiye, tije wateyên bê hempa yên biratiyê, duristiyê, parastina yekitiya gelan û rûmeta wan e.

Gotinên te, bi bandor in. Duristiya vîn û esaletiya armanca te nîşan didin. Baldariya te ji bo avakirina siberojeke hevbeş li ser bingeha biratiyê di navbera gelên ereb û kurd de û pêkhateyên din ên vê axa pîroz mîna asûr û suryanan, rave dikin. Peyama te, berdewamiya dîroka biratî û hevgirtinê ya gelên herêmên me ye ku ji sedsalan ve kiriye yek, bingeha xurt a baweriyê û hevakariyê hem niha hem pêşerojê ye.

Em qebîleya Mihelemiye -Al Zêno piştrast dikin ku em dilsozê xeta netewa demokratîk in a ku te di ramanên xwe de pêşkêş kiriye. Ji bo me, netewa demokratîk, misogera rastîn a parastina rûmetê û azadiyê, avakirina civakeke adil û wekhev e. Ev rêgez sûdwar bû û di parastina me de roleke mezin lîst û nehişt em li pey komên terorîst biçin ên ku tevlihevî li welêt çêkirin û tevna wî ya civakî parçe kirin.

Em bawer in ku helwesta me rast e ku netewa demokratîk rêya rûmet û serfiraziyê ye û em dê her tim wefedarên wê bin.

Em piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin ji ber ku ew parêzvanên durist ên yekitiya ax û gel in. QSD`ê vîna gelên azad rave dike ku bi xwe, xwe diparêzin û xwe bi xwe, kar û barên xwe bi rêve dibin. Li ser vê bingehê, em ê her tim piştgirê van hêzan bin ta ku Sûriyeyeke demokratîk, yekgirtî, ewle û adil ava dibe.

Em soz didin ku li ser vê rêyê bin. Em te silav dikin. Em ê li ser soza biratiyê ya dîrokî bin. Xwedî li wesiyetên te derkevin ku banga yekitiyê, edaletê û jiyana hevbeş dikin.

Em ji bo te saxiyê dixwazin. Hêvî dikin ku gel û netewa me di xêr û xweşiyê de bin. Serkeftin û aştî ji gelên herêmê re were bidestxistin.”

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku peyama Rêber Abdullah Ocalan bigihînin qebîleyan, komîteyek ava kir.

Di wê çarçoveyê de, serdana qebîleya El Mihelemiyê û Benî Rebîa yên Qamişloyê hate kirin û peyam radestî wan kirin.

(şx)

ANHA