Hikûmeta Veghêz di dawiya Îlonê de amadekariya hilbijartinên şeklî dike

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê amadekariya lidarxistina hilbijartinên “Meclisa Gel” dike û dibêje ew ê di dawiya vê meha Ilonê de pêk bîne. Çavdêr dibêjin ev hilbijartinên şeklî ne û tu guhertinan bi xwe re nayîne.

Hikûmeta Veghêz di dawiya Îlonê de amadekariya hilbijartinên şeklî dike
14 îlon, 2025   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê amadekariya lidarxistina hilbijartinên “Meclîsa Gel” dike. Li gorî hatiye gotin, wê hilbijartin di dawiya Îlonê de werin lidarxistin. Lidarxistina hilbijartinan di rewşeke nezelel de û tu misogeriya rast ji bo beşdarbûna rast a gel re nîne wê pêk bên.

Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Newar Necma der barê mijarê de got ku daxwaznameyên namzetan hatine girtin, têne lêkolînkirin. Li bendê ne lîsteyên dawî werin ragihandin. Li aliyê din çavdêran lidarxistin van hilbijartinan li Sûriyê şeklî bi nav kir û  gotin ew ê tu guhertinan bi xwe re çênekin.

Komîteya Hilbijartinan di meha derbasbûyî de biryar da, ku ji bo çavdêriya hilbijartinan komîteyên herêman, av bikin. Paşê ragihand ku hilbijartin li herêmên Siwêda û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber rewşa ewlehiyê hatine paşxistin. Behaneya nîşan da jî rewşa ewlehiyê ye. Ev gumanên li ser nerewabûna hilbijartinan zêdetir dike.

Çavdêr dibêjin biryarnameya Ehmed El Şeri ya erêkirina rêziknameya hilbijartinan ji bo xweşikirina şeklî pêk hatiye. Ev di demekê de Sûriyê di aloziyên siyasî û aborî yên kûr de ne. Ev jî dihêle ev hilbijartinan ji wate û naveroka xwe ya demokratîk dûr bikevin.

Hat diyarkirin ku hilbijartinên têne payîn werin lidarxistin, nêzî vegera rewşa berê ye. Ev di demekê de gelê Sûriyeyê li bendê ye guhertinek rastîn pêk were û dawî li xetimîna siyasî ya li Sûriyê were girtin, pêk tên.

(dc)