Mazot biha ye, bi hatina zivistanê re şênî bê çare ne

Welatiyên bajarê Qamişloyê diyar kir ew nikarin mazota zivistanê bikirin û ew di rewşeke bêçare de ne.

Mazot biha ye, bi hatina zivistanê re şênî bê çare ne
14 mijdar, 2026   05:50
QAMIŞLO
MIHEMED ELO

Piştî madeyên sotemeniyê biha bûn li parêzgeha Hesekê pirsgirêk çêbû û xelk bi hatina zivistanê re bê çare maye.

JI SEDÎ 90 XELK NIKARE MAZOTÊ BIKIRE

Endamê Koma Parastina Jiyana Gel Beşîr Hesen got xelk li hemberî bihabûna mazotê xwepêşandanan organîze dike û wiha lê zêde kir: "Bihabûna mazotê ji her alî ve bandorê li jiyana mirovan dike. Ji kirêya rê bigire heyanî pêdiviyên wan ên sereke yên jiyanê. Karmendên ku mûçeyên wan 100 dolarê amerîkî derbas nake êdî nema dikarin mehekê debara xwe bikin. Vê rewşê bandor li jiyana zarok, nexweş û kesên temenmezin kiriye. Elektrîk jî yek ji pirsgirêka xelkê ye. Empêr biha bûne û elektrîka giştî gel rojan nîn e û dema berdidin tenê 2 saetan an jî saetekê heye. Gelekî zor e karker û karmend mazota zivistanê bikirin."

BERMÎLEKE MAZOTÊ BI 250 DOLARÎ YE

Welatiyê bi navê Şefîq Birokî jî got: "Bi rêya xwepêşandanan gel nerazîbûna xwe ya li beranberî bihabûna sotemeniyê bi lêv dike. Dê welatî çawa bikarin lêçûnê bidin û mûçeyê wan 100 dolarî derbas nake. Niha heqê bermîleke mazotê bi 250 dolarî ye. Dê lîtreya mazotê bi 11 hezar û 500`î bide. Jixwe hinek ji karmendan ev bûye 2 sal mûçeyên xwe wernegirtine. Bêkarî zêde bûye û xelk kar peyda nake."

(np)

ANHA