Konferansa 1`emîn a komînên Holê hat lidarxistin

Meclisa bajarê Holê Konferansa 1'emîn a Komînan li dar xist. Di encamnameyê de xurtkirina hevkariyê di navbera komîn û saziyên din de û rûniştandina sîstema civakî ya demokratîk hatin teqezkirin.

2 cotmeh, 2025   17:59
HESEKÊ

Meclisa bajarê Holê yê kantona Cizîrê Konferansa 1'emîn a Komînan li hola civînan a bajarê Um Hucêra li dar xist. Di konferansê de nûnerên hemû komînan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rûspî û şênî amade bûn.

Di serî de rêveberê ciwanan ê Meclisa bajarê Holê Husam El Husên got ku komîn şoreşeke fikrî ye ya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin.

El Husên diyar kir ku Rêveberiya Xweser jiyana xwe ya rêxistinî ya demokratîk a azad bi rêya komînan bi rêxistin dike û got: "Ev cûreyê sîstema federal dikare sîstema demokratîk ji civakê re misoger bike."

Rêveberê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Sebrî Efrîn li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî axivî.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Gelan a kantonê Ebdurehman Hesen jî karê komînan nirxand û li ser girîngiya wan di avakirina civaka demokratîk de axivî.

Piştî nîqaşên kesên ku amade bûne encamname wiha hat diyarkirin:

- Rola komînan wekî bingeha avakirina civaka demokratîk were xurtkirin.

- Mekanîzmên karê komînan li gorî Peymana Civakî werin pêşxistin.

- Hevkariya di navbera komîn û saziyên din de were xurtkirin.

(mh)

ANHA