Li Şamê welatiyek birîndar bû

Li Şamê di gulebarana ji ber hewldana diziyê de welatiyek birîndar bû. Hemwextî wê tevliheviya û tunebûna aramiyê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê didomin.

Li Şamê welatiyek birîndar bû
2 cotmeh, 2025   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me yê li Şamê da zanîn ku li taxa Qesah a ku piraniya şêniyên wê Mesîhî ne, endamekî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dema ku hewl dida çenteyê welatiyekî bidize, gule li wî welatiyî barandin.

Di encamê de welatî birîndar bû.

Ev bûyer nîşan dide ku tevliheviya û tunebûna aramiyê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê didomin.

(mh)