Ji ber pirsgirêka mazotê şênî ji bo germkirinê berê xwe bidin alternatîfên din

Malbata Libabîdî ya li Şamê ya ku ji 6 kesan pêk tê, di demekê de ku mazota germkirinê nayê peydakirin, sotemenî û sobe biha ne, li wesîleyeke germkirinê ya lêçûna wê kêm digere. Tevî ku berê xwe dane germkirina bi gazê jî lê hîn negihaştine encamekê ku ev yek tê serê bi hezaran malbatên li Sûriyeyê.

Ji ber pirsgirêka mazotê şênî ji bo germkirinê berê xwe bidin alternatîfên din
Ji ber pirsgirêka mazotê şênî ji bo germkirinê berê xwe bidin alternatîfên din
Ji ber pirsgirêka mazotê şênî ji bo germkirinê berê xwe bidin alternatîfên din
Ji ber pirsgirêka mazotê şênî ji bo germkirinê berê xwe bidin alternatîfên din
Ji ber pirsgirêka mazotê şênî ji bo germkirinê berê xwe bidin alternatîfên din
Ji ber pirsgirêka mazotê şênî ji bo germkirinê berê xwe bidin alternatîfên din
Ji ber pirsgirêka mazotê şênî ji bo germkirinê berê xwe bidin alternatîfên din
Ji ber pirsgirêka mazotê şênî ji bo germkirinê berê xwe bidin alternatîfên din
5 mijdar, 2026   07:55
ŞAM

Osman Libabîdî ku bavê 4 zarokan e, dibêje ku ji ber nebûna mazota germkirinê û bihabûna mazota normal, her wiha bihabûna sobeyan, gelek zehmetiyan dikişînin.

Zehmetiyên şêniyan tenê li ser dabînkirina germkirinê namînin, hinek malbat ên ku li gundan dimînin, wek alternatîf ji bo germkirinê daran bi kar tînin, dar jî biha ne û lêçûna wan giran e, kîloyek dar bi 20 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Şêniyê bi navê Sûheyl Sirûr diyar kir ku xwegermkirina bi rêya daran dibe ku tenê li gundan hebe, lê ji ber dûmana pir nabe ku di nava bajar de bên bikaranîn.

Sûheyl Sirûr da zanîn ku sobeyên daran jî biha bûne, buhayê sobeyekê bi milyonek û 200 hezar anku bi 120 dolaran e, ev li gorî cureya wê tê firotin, heke şênî vê yekê jî hilbijêrin buhayê wê jî giran e.

MAZOT BIHA YE Û KÊM TÊ PEYDAKIRIN

Pisporê aborî Îmad Mûnîr dibêje ku hikumeta veguhêz ji bo girtina zêde ya pereyan sotemenî biha kir, ji ber şênî nikarin barê vê bihabûnê rakin, ev gava hikumetê hincet jê re nayên dîtin.

Îmad Mûnîr destnîşan kir ku di destpêka zivistanê de, tevî sozên hikumetê yên têkildarî dayîna sotemeniyê, tişta xirab ew e ku şênî nikarin alternatîfên germkirinê peyda bikin.

MAZOTA BAŞ NAGIHÊJE MALBATAN

Di 17`ê Îlonê (2026) de Wezareta Enerjiyê 3 cureyên mazotê bi buhayên cuda li gorî bikaranîna wê diyar kiribûn.

Lê diyarkirina buhayan heta dîroka dayîna vê nûçeyê, bêyî aşkerakirina mekanîzmaya belavkirinê hate dayîn, dema dayîna mazota germkirinê bi buhayekî ji cureyên din kêmtir û hûrgiliyên dîtir ên girêdayî peydakirina wê nehatin diyarkirin.

BIHABÛNA DARAN ALTERNATÎFAN KÊM DIKE

Dîtina daran wek alternatîf şêniyan ji bihabûnê xelas nake, sobe û boriyên wê jî ji ber bazirganiya hesin û zêdebûna lêçûna berhemdayînê jî biha bûne, buhayê boriyekî bûye 100-134 lîreyên Sûriyeyê yê nû.

Di dawiya Cotmehê (2026) de buhayê toneke darên ku sala borî bi 19 hezar lîreyan dihate firotin, niha cureyê wê yê herî erzan bi 42 hezar û 600 lîreyan e.

(sb)

ANHA