Komîna Fîlm a Rojava li Qamişloyê dest bi kampanyaya paqijiyê kir

Komîna Fîlm a Rojava û Gerînendetiya Çandê ya Hesekê bi dirûşma “Ez ji bajarê xwe hez dikim, ez bajarê xwe qirêj nakim“ li bajarê Qamişlo dest bi kampanayaya paqijiyê kir, kampanya wê li ser 3 qonaxan pêk were.

8 mijdar, 2026   13:13
QAMIŞLO

Komîna Fîlm a Rojava û bi koordîneya Gerînendetiya Çandê ya Hesekê bi rêya civîneke çapemeniyê bi dirûşma “Ez ji bajarê xwe hez dikim, ez bajarê xwe qirêj nakim“ kampanyekek paqijiyê ya berfireh li bajarê Qamişlo ragihand.

Kampanya bi xwendina daxuyaniyê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo, ji hêla Gerînendeyê Çandê li Parêzgeha Hesekê Ebdulmecîd Mihemed Xelef ve dest pê kir.

Ebdulmecîd Xelef da zanîn ku ev kampan ji ber girîngiya bajar ji aliyê dîrokî ve pêk tê, ev bajar hêjaye ku paqij be, divê her kes paqijiya bajar erka xwe bibîne.

Ebdulmecîd Xelef destnîşan kir ku ev xebat, xebateke pîroz e, ne tenê erka hunermend, siyasetmedar û nivîskar ye, ew hevkariyeke giştî ji xelkê herêmê dixwaze, divê bi rihê hevpariyê û xebata hevbeş paqijiya bajar bê parastin.

Ebdulmecîd Xelef daxwaz ji hemû saziyên li bajarê Qamişlo kir ku mîna vê înîsiyatîfê pêk bînin û ji bo parastina paqijiyê beşdar bibin.

Qonaxa yekemîn a kampanyayê saet 10:00`an ji pêşiya Wargeha Ciwanan a li bajêr dest pê kir û gihîşte avahiya nû ya şaredariyê ya li naverasta bajêr, di vê qonaxê de endamên Komîna Fîlma a Rojava, Gerînendetiya Çandê ya Parêzgeha Hesekê û ciwanên li Qamişloyê beşdar bûn.

Kampanya ji 3 qonaxan pêk tê, îro qonaxa yekemîn bû, 10`ê Mijdarê (2026) dê qonaxa duyemîn be û qonaxa sêyemîn (a dawî) wê di 12`ê Mijdarê de pêk were.

(sb)

ANHA