Li Laziqiyeyê bi dehan karmend ji kar hatin dûrxistin

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser bingehên taîfî bi dehan karmendên şaredariya Laziqiyeyê ji kar dûr xistin. Karmendên ji kar hatine dûrxistin, destnîşan kirin ku ev biryar keyfî ne.

Li Laziqiyeyê bi dehan karmend ji kar hatin dûrxistin
2 cotmeh, 2025   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) raghand ku “Wezareta Rêveberiya Xwecih û Jîngehê” ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 78 karmendên şaredariya bajarê Laziqiyeyê ku piraniya wan elewî ne ji kar dûr xistin. Karmendan, biryar bi keyfî wesifandin û destnîşan kirin ku divê salên xizmeta wan û mercên li herêmê di ber çavan re derbas bibin

Karmendan, bang kir ku biryar bê betalkirin û gotin mafê wan di istiqrara erkdarî de û dabînkirina mafên xwe yên ku bi dest xistine, heye

Hezîrana borî li dora parêzgeha Laziqiyeyê gelek karmendên ji Gerînendetiya Xebatên Fenî ji kar hatibûn dûrxistin, xwepêşandan li dijî biryara dûrxistina wan ji kar bê biryareke fermi, li dar xistin.

(şx)