Bihabûna pî êdiviyan li Hesekê barê şêniyan giran dike

Bi hatina zivistanê re ji ber bihabûna sotemeniyê û madeyên esasî şênî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanê dabîn bikin, şêniyên li Hesekê ji ber vê rewşê gazincan dikin û daxwaz kir ku mûçe werin zêdekirin û pêdiviyên germkirinê werin dabînkirin.

Bihabûna pî êdiviyan li Hesekê barê şêniyan giran dike
Bihabûna pî êdiviyan li Hesekê barê şêniyan giran dike
Bihabûna pî êdiviyan li Hesekê barê şêniyan giran dike
Bihabûna pî êdiviyan li Hesekê barê şêniyan giran dike
Bihabûna pî êdiviyan li Hesekê barê şêniyan giran dike
Bihabûna pî êdiviyan li Hesekê barê şêniyan giran dike
18 mijdar, 2026   04:00
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Zehmetiyên aborî û jiyanî yên li Sûriyeyê bi hatina zivistanê re zêde dibin, bi taybet di warê bihabûna sotemeniyê de. Bihabûnê barê şêniyan giran kiriye, li aliyekî din mûçe têra kirîna kel û pelan nakin, vê jî hiştiye ku şênî nekarin pêdiviyên sereke yên jiyanê dabîn bikin. 

Li sûka navendî ya Hesekê ajansa me ji bo şopandina rewşa jiyanê nêrînên şêniyan girtin.

Semîr Ehmed da zanîn ku ji ber nebaşbûna rewşa madî ya şêniyan û nekarîna wan a kirîna pêdiviyan tevgera li sûkê lawaz bûye û destnîşan kir ku heke buhayên kel û pelan bên kêmkirin dê zehmetî kêm bibin. Ehmed diyar kir ku bilindbûna buhayên serfkirina dolar li hemberî lîreyê Sûriyeyê bandorê li buhayên kel û pelan dike.

Semîr Ehmed destnîşan kir ku buhayên sotemeniyê bandorê li lêçûna çêkirina derman, madeyên xwarinê û veguhestina wan, bikaranîna kargehan dike, heke buhayê sotemeniyê bê kêmkirin wê bandoreke ba li buhayên kel û pelan bê kirin.

Xidir Hisên bal kişand ser mûçeyên kêm, nebûna derfetên karê bi awayeke azad, rewşa welat a ne biîstîqrar, daxwaz kir ku rewşa jiyanê bê başkirin û mûçe bên zêdekirin û wiha got: “Di salên borî de rewş ji dema niha baştir bû.”

Kalepîrê bi navê Hemûd Mihemed El Dexîl got: “Hûn behsa kîjan jiyanê dikin? Nift biha ye, germkirin tune ye, buhayê depoyeke avê bi 75 hezar lîreyan e, derman biha ne, nexweşekî min ê penceşêrê heye, ji bo pareke derman a penceşêrê em 5 milyon lîreyan didin, lêçûna çûn û hatinê zêde ye, gel di binê xeta xizaniyê de ye.”

El Dexîl di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji hikumetê kir ku buhayên sotemeniyê baş bike, kirêya veguhastinê û buhayê dermanan kêm bike.

Li gorî malpera Qasiyûn ji bo jiyana malbateke li Sûriyeyê ya ku ji 5 kesan pêk tê, bi awayekî navîn di mehê de lêçûneke 13.2 milyon lîre pêwîst dike, herî kêm jî lêçûna jiyanê 8 milyon û 191 hezar û 250 lîre ye, mûçeyên welatiyan jî di navbera 80-100 dolaran de ye.

(sb)

ANHA