YRK‘ê der barê êrişa li ser Merîwanê de daxuyanî da

Navenda Raghandin û Çapemeniya YRK’ê ragihand ku hêzên pasdaran ên rejîma Îranê bi 2 dronên kamikazî, hawan û çekên giran herêma Merîwanê bombebaran kirin.

YRK‘ê der barê êrişa li ser Merîwanê de daxuyanî da
19 cotmeh, 2026   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Raghandin û Çapemeniya YRK’ê girêdayî êrişên hêzên pasdaran ên rejîma Îranê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin:

 “Di 18’ê Cotmeha 2026’an de li herêma Merîwan bi dronên kamikazî û hawanan êrişek pêk hat. Ew êriş ji aliyê hêzên spayê pasdaran yên rejîma Îranê çêbûye. Pêşî bi 2 dronên kamikazî û piştre zêdetirî 30 lib hawan û çekên giran herêm hatiye bombebarankirin. Di êrişê de bax û baxçeyên gelê me ziyan dîtine û ti ziyanek neghaştiye hêzên me.”