Hêzên Îranê herêma Şehîd Harûn û Şehîd Ayhan topbaran dikin

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî rejîma Îranê herêma Şehîd Harûn, Şehîd Ayhan, Gundên Elî Reşê û Goyêzê yên dikevin xeta sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê topbaran dike.

Hêzên Îranê herêma Şehîd Harûn û Şehîd Ayhan topbaran dikin
17 mijdar, 2026   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, rejîma Îranê herêma Şehîd Harûn, Şehîd Ayhan, Gundê Elî Reşê û Gozyêzê topbaran dike.

Heta niha li ser ziyan û rewşa li herêmê agahiyên zêdetir nehatine girtin.