Hêzên Îsraîlê li gundewarê Derayê bendên kontrolê danîn

Hêzên Îsraîlê li dora gundên Abdîn û Wadî El Reqad li gundewarê rojavayê Derayê bendên kontrolê danîn û dest bi lêgerîna rêwiyan kirin, her wiha li ser bajarokê Barîqa li gundewarê Quneytrayê bombeyên roniyê avêtin.

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Derayê bendên kontrolê danîn
31 cotmeh, 2026   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku karwanek leşkerî ya Îsraîlê ku ji 6 wesayîtan pêk dihat, ji baregeha El Ciizîrê ya nêzîkî gundê Meariye ber bi gundê Abdîn li gundewarê rojavayê Derayê ve çû.

Hêza îsraîlê li herêmê bendên kontrolê danîn û dest bi lê rawestandina xelkê û lêgerîna wan kir.

Her wiha hêzên Îsraîlê şeva borî bombeyên roniyê li ser bajarokê Barîqa li gundewarê Quneytrayê avêtin.

(k)

ANHA