Rejîma Îranê zarokek binçav kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand ku zarokê bi navê Saro Sadiqzade (17) ê xelkê Bane ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.

Rejîma Îranê zarokek binçav kir
19 cotmeh, 2026   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw zarokê bi navê Saro Sadiqzade yê 17 salî yê ji Bane ya Rojhilatê Kurdistanê di encama avêtina ser malê ya hêzên rejîma Îranê de hate binçavkirin.

Hate ragihandin bê belgeyeke fermî ya dadgehê Saro hatiye binçavkirin. Hate diyarkirin ku Saro Sadiqzade sewqî navenda ewlehî ya Sine hatiye kirin.

Heta niha têkildarî binçavkirinê ti agahî nehatiye zanîn.