YRK: Du fermandar û pasdarek rejîma Îranê hatin cezakirin

YRK’ê ragihand ku di du çalakiyên cuda yên tolhildanê de li navçeyên Serdeşt û Baneyê hatine kirin du fermandarên Supaya Pasdaran û pasdarek hatine cezakirin û du pasdarên din jî birîndar bûne.

YRK: Du fermandar û pasdarek rejîma Îranê hatin cezakirin
17 mijdar, 2026   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), derbarê pêkanîna çalakiyeke tolhildanê ya li dijî Supaya Pasdaran a rejîma Îranê ya li sînorê Serdeşt û Bane ya Rojhilatê Kurdistanê de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di rojên 15 û 16’ê vê mehê de li navenda bajarê Serdeştê û herêma Baneyê, tîmên wan ên pispor çalakiyên tolhildanê pêk anîne û ev çalakî ji bo bîranîn û tolhildana hevalê wan Dêrsim Bihar hatine lidarxistin.

YRK’ê destnîşankir ku li Serdeştê tîma wan a pispor bi awayekî gelekî nûjen û pisporane di demeke kurt de baregeheke Supaya Pasdaran kiriye hedef û di wê çalakiyê de fermandarê baregehê û pasdarek hatine kuştin û du pasdarên din jî birîndar bûne.

Her wiha YRK’ê ragihand ku li bajarê Baneyê di saet 15:10’ê piştî nîvro ya 16’ê vê mehê de, tîmeke din a hevalên wan di çalakiyekê de fermandarekî Supayê ceza kiriye. YRK’ê da zanîn ku her du çalakî ji bo tolhildana Şehîd Dêrsim Bihar û bîranîna hevalê wan ê hêja hatine pêkanîn.

Di dawiya daxuyaniyê de YRK’ê teqez kir ku wekî berê jî ragihandibûn, her êrişeke li dijî wan pêk bê dê bersiva wê ya pêwîst bidin û hate gotin: “Emê di çarçoveya parastina rewa de xwe û gelê xwe biparêzin û di dem û cihê xwe de bersiva pêwîst bidin.”

Hêjayî gotinê ye beriya niha jî YRK’ê ragihandibû ku di 11’ê vê mehê de dema gerîlayên wan li ser erka xwe bûn, ji aliyê rejîma Îranê û kirêgirtiyên wê ve êriş li ser tîmeke wan hatiye kirin û piştî pevçûneke dijwar, hevalê wan Dêrsim Bihar ku birîndar bûbû, ji bo ku nekeve destê dijmin, şehîd bûye.