Dadgeha Federal a Iraqê qebûl nekir ku biryarên Parlamentoya Başûr bên sekinandin

Dadgeha Federal a Iraqê qebûl nekir biryar were derxistin ku biryarên rûniştina Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên 4`ê Mijdarê werin sekinandin.

Dadgeha Federal a Iraqê qebûl nekir ku biryarên Parlamentoya Başûr bên sekinandin
18 mijdar, 2026   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya RojNewsê ji Dadgeha Federal a Iraqê wergirtiye, hatiye gotin: “Dadgeha Federal a Iraqê civîna xwe li dar xist. Di civînê de dozger Munzir Îbrahîm Hisên û hemû dozgerên dadgehê amade bûn. Munzir Hisên civîn bi rê ve bir. Daxwaznameya ku biryarên rûniştina Parlamanê Herêma Kurdistana Iraqê (4 Mijdar 2026) pêk neyên, nirxandin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dadgehê qebûl nekir ku biryar der barê vê mijarê de were derxistin. Li gorî madeya 151’an a parastina sivîl bi hejmara 83’yan a sala 1969`an nehat qebûlkirin ku biryar were derxistin. Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku daxwaznameya ji bo dadgehê hatiye pêşkêşkirin, neyê qebûlkirin.”

(np)