Ji nav konên westiyanî yên Waşokanî daxwazên vegera ewle
Koçberên bajarê Serêkaniyê yên di kampên koçberiyê de dijîn, di demekê de rewşa jiyanî ya kampan zehmet bûne, banga vegera ewle li warên xwe dubare kir.

Digel pêla germahiyê ya zêde û zehmetiyên peydakirina hêmanên bingehîn ên jiyanê, êşên bi hezaran koçberên bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê, yên ji 6 salan ve li kampa Waşokanî ya rojavayê Hesekê ve dijîn, zêde dibin. Di vî cihî de ku rojekê nebûye wargeh, kon bûne sendoqên êşê û bendewariyek dirêj û birîneke vekirî. Bi wê re êdî daxwaza vegerê ne tenê hêviyek e, lê qêrîna komekê ji kûrahiya dilan derdikeve ye.
Kamp, di 2019'an de piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî bajarê Serêkaniyê hat avakirin. Lê di kampê de derfetên herî kêm ên xizmetguzarî wekî kehrebe, av û binesazî tune ne. Alîkariyên mirovî jî kêm tên belavkirin.
Ajansa me li nav kampê geriya, guhd da qêrîn û dengên ku bendewariyê westandine û şahidên bi hesret û êşan dijîn, û hîna bi mafên xwe yên vegerê ve, weke ku rihên wan namirin, girêdayî ne.
‛EZ TENÊ ERDÊ XWE DIXWAZIM’
Koçbera ji gundewarê Serêkaniyê Fatme Xalid (50) bi dilekî xemgîn û hêrs got: "Ew rêyan venakin. Eger em herin jî em ê di zîndanan de bimînin. Em tenê mal û erdê xwe dixwazin. Em westiyan û êdî ez nikarim di vê kampê de bijîm. Ne av, ne kehrebe û alîkariyên xwarinê jî kêm in."
Fatme Xalid bi hêrs domand: "Ji me re rê vekin, em xwedî mal im, tevî ku wêranbûyî ne jî, em ê ji nû ve ava bikin. Tiştê ku nahêle em vegerin çete ne, yên ku her kesê ku vedigere binçav dikin û bê sedem êşkence dikin. Daxwaza me ya tekane vegera ewle ye."
'JI KÊFXWEŞIYÊ BER BI KONEKE 13 KES TÊ DE DIJÎN’
Hisên El Dahir (50) bi westiyabûneke mezin got: "Ez bi rûmet û serbilindî dijiyan. Ez xwedî proje û zevî bûm. Çavên min ne li tu kesî bûn. Lê niha em 13 kes di konekî de dijîn. Ez nikarim zehmetiya ku em tê re derbas dibin, bînim ziman."
El Dahir diyar kir ku ew tenê vegera ewle dixwazin û ger rewş aram nebe ew nikarin vegerin û domand: " Em bêyî garantiyên rastîn nikarin bi awayekî bêserûber vegerin, ji lew re beriya vegerê em bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên berpirs dikin ku ji me re wergehekî peyda bikin û metirsiyên wekî mayînan rakin."
‛EZ DIXWAZIM DI AXA MALA XWE DE BÊM VEŞARTIN’
Kalmêr Mensûr Şêxmûs bi rûyekî tije bêrîkirin axivî: "Ez dixwazim jiyana xwe ya mayî di mala xwe de, di nav zeviyên xwe de bi aramî û ewlehî derbas bikim. Em xwedî her tiştî bûn; dar, av, proje. Em bi rûmet dijîiyan."
Şêxmûs bi hesret pirsî: "Sûcê me çi ye? Çima bi balafiran bombe li me barandin? Çima em ji xaka me koçber kirin? Hemû dewletên cîhanê dibin hevkar, çima ev dijminatiya bi me re? Wan zarokên me qetil kirin û em koçber kirin. Ka mirovahiya wan? Ka baweriya wan? Ka wijdana wan?"
BANGA KU DIVÊ NAYÊ JIBÎRKIRIN
Hemwextî vê rewşê bangên vegerê yên koçberan bilindtir dibe. Ev 6 sal e li hember serma û germayê li ber xwe didin. Êdî banga wan ne ji bo başkirina xizmetguzariyên ji bo kampê ye, vê carê kampa wan ji bo vegera ewle û rûmet e.
Qêrîn û bangên koçberan ne bangên siyasî ne, lê belê bangên mirovî ne û divê aliyên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî xwedî lê derkevin.
(mh/fr)
ANHA