HRW: Peymanên ji nû ve avakirina Sûriyeyê divê qanûnî bin

Rêxisitna HRW`ê got di projeyên ji nû ve avakirina Sûriyeyê de garantiya parastina mafên mirovan nîne û divê şêniyên ziyan di şer de dîtine cihê xwe di avakirina Sûriyeyê de bigirin.

HRW: Peymanên ji nû ve avakirina Sûriyeyê divê qanûnî bin
27 îlon, 2026   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) da zanîn ku hikûmeta veguhêz ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê bi milyarên dolaran peymanan îmze dike. Her wiha destnîşan kir ku ev peyman ne di çarçoveyekî qanûnî de têne îmzekirin û garantiya parastina mal û mulkên kesên ziyan dîtine nayê dayîn. Kesên mal û mulkên wan ziyan dîtine divê maf hebe ku ji bo mal û erdên xwe biryar bidin.

HRW`ê bang li hikûmetê kir ku berî projeyê ji nû ve avakirina Sûriyeyê fireh bikin, divê di aliyê hiqûqî de garantî bidin.

Rêxistinê di raporeke ku îro weşandiye de anî ziman ku hikûmeta veguhêz adara 2026`an pîlansaziyeke neteweyî eşkere kiriye, li ser asta navdewletî bi milyonên dolaran dê bi Sûriyeyê re bibin alîkar, lê ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê qanûn nehatine dayîn û hikûmet nêrîna şêniyên ku di şer de ziyan dîtine nagire û hîna hinek koçber venegeriyane warê xwe.

Şêwermenda Karên Rojhilata Navîn li rêxistinê got xebatên ji nû ve avakirina Sûriyeyê giran diçe û ji ber qanûn nînin dibe ku ziyan bigihîjê mafên gelek Sûriyiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ez bawer dikim ku rêziknameyên qanûnî yên ku niha têne nivîsandin dê tê de diyar bikin ku "kîjan xanî dê ji nû ve werin avakirin, daxwazin ku werin dayîn û kîjan deng dê were bihîstin".

Banka Cîhanî cotmeha 2025`an diyar kir ku Sûriyeyê di encama şer de nêzî 108 milyar dolar ziyan dîtiye û ji bo ji nû ve were avakirin dê nêzî 216 milyar dolar xerc bike, ango lêçûn dê di navbera 140-345 milyar dolar be.

Li beramberî wê Erebistana Siûdî bi nirxê 6.4 milyar dolar li Sûriyeyê des tbi projeyên lêkirina avahiyan û binesaziyê kir, Qeter jî 4 milyar dolar û Îmarat jî 30 salî dê bendara Tertûs bixebtîne.

Yekitiya Ewropayê (YE) soz da ku sala 2026-2027`an 620 milyon euro alîkarî bide.

Rêxistinê di berdewamiya rapora xwe de got hîna pîlansaziyên ji nû ve avakirina Sûriyeyê neketiye meriyetê de, mînak şêniyên gundê Xedife yê girêdayî Idlibê dema vegeriyan gundê xwe dîtin av û elektirîk nîne û pirsgirêka wan a tenduristî, kanalîzasyon û dibistanê hîna nehatiye çareserkirin.

Li gorî rapora Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî (IRC) ji kanûna 2025`an ve zêdetirî 3.5 milyon koçberên Sûriyeyê vegeriyan warê xwe. Lê hinek koçber ji ber rewşa madî û qanûnî dildar venegeriyan û hîna nêzî 5.5 milyon koçberên li Sûriyeyê venegeriyane warê xwe.

Her wiha rêxistinê bal kişand li ser nakokiyên li ser mal û mulk û bi taybet projeyên girêdayî biryarnameya (66) û projeya "Bajarê Marota û bajarê Basilia" yên li Şamê û got biryarnameya sala 2012`an û qanûna (10) sala 2018`an ji bo koçberkirina bi hezaran Sûriyiyan hatiye bikaranîn. Di van salan de li ser koçberan ferz kirin ku di demeke kin de isbatan ji bo mal û mulkên xwe bidin.

Têkildarî vê mijarê komîteya Serokatiyê kanûna 2025`an hate avakirin da ku van biryarnameyan lêkolîn bike û gulana 2026`an hinek biryarên tezmînatê hate dayîn.

Li Cûber ji sedî nêzî 95 avahî wêran bûne û rêxistinê anî ziman ku şênî bi tena xwe nikarin avahiyên xwe lê bikin. Niha jî şîrket bi rêya hikûmeta veguhêz dê avahiyên xelkê lê bikin bi şertê ji sedî 30 ji wan re be û tenê ji sedî 50 ji xwediyên avahiyê re bimîne.

HRW`ê bang li hikûmeta veguhêz kir ku şêniyên di şer de ziyan dîtine tev li projeyên ji nû ve avakirina Sûriyeyê bibin, pirsgirêkên pevçûna li ser mal û mulk çareser bibin, di destpêke de girîngiyê bide avê, kanalîzasyonê, elektirîkê, dibistanan û tenduristiyê. Her wiha bang li şîrketan û veberhêneran kir ku berî peymanan çêkin û destbi pêkanîna wê bikin divê garantiya parastina mafên mirovan bidin.

(np)

ANHA