Berpirsekî Îranê: Em amade ne heta 2 salan bi Îsraîlê re şer bikin

Berpirsekî Îranê yê payebilind ji tora CNN’ê re da zanîn ku Îran amade ye heta 2 salan jî şerê Îsraîlê bike û diyar kir ku bangên agirbestê "xapandin" in û armanc jî Îranê di ezmûna sebrê re derbas bikin.

Berpirsekî Îranê: Em amade ne heta 2 salan bi Îsraîlê re şer bikin
23 hezîran, 2025   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Îranê yê payebilind ji tora CNN’ê ya Amerîkayê re da zanîn ku dibe ku şerê bi Îsraîlê re heta 2 salan dirêj bike û Îran jî ji bo wê amade ye.

Berpirsê Îranê got ku bangên agirbestê tenê "xapandineke" ku asta Îranê ya berdewamkirina şer nas bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev 2 hefte ne Îsraîl li dijî Îranê êrişan pêk tîne û Îran jî wan êrişan dibersivîne. Heta niha bi sedan kes hatine kuştin.

(mh/fr)