ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-09-2026
28 îlon, 2026   02:00

Xwendekar û malbatên wan gotin ji mafê xwendekaran e ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çalakvanên jin ên li Sûriyeyê diyar kirin ku divê ji bo misogeriya mafê jinan di milê destûrî û qanûnî de, parastina destkeftiyên şoreşê tevgera jinan bê pêşxistin, lubya yan şepêleke jinan a ji bo parastina destkeftiyan were avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkarên herêma Cizîrê gotin pereyên genim hîna nehatine dayîn, mazot û lêçûnên hilberînê biha bûne û dibe ku ew dev ji çandiniya genim berdin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Sûriyeyê cilên zivistanê ji sedî 30`î biha bûne, şênî neçar dimînin ku ji bazaran cilên hatine bikaranîn (balê) bikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çalakiyên bi armanca redkirina sînordarkirina dersdayîna zimanê Kurdî di hefteyekê 3 saetan tenê de dewam dikin.  Di vê çarçoveyê de çalakî li bajarê Qamişloyê tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê merasîma bîranîna 222 şehîdên mehên Tebax û Îlonê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Festîvala Bazara Sûriyeyê di roja xwe ya 4‘emîn de li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).