`Ji mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin`

Xwendekar û malbatên wan gotin ji mafê xwendekaran e ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

`Ji mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin`
28 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD-ROHAT XELEF

Şênî û xwendekarên bajarê Girkê Legê diyar kir ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebû lnakin û daxwaz kir xwendin bi zimanê kurdî bidome.

Dayika bi navê Cîhan Mistefa got: "Xwendekar û malbatên wan qebûl nakin ku zimanê kurdî bi 3`ê saetan sînordar bikin. Gelek zarok bi zimanê kurdî dixwînin û ev biryar dê bandorê li ser xwendin û siberoja wan bike. Em ne li dijî zimanê erebî ne lê zarokên me bi zimanê kurdî dest bi xwendina xwe kir. Em daxwaz dikin ku meteryalên xwendinê bi zimanê kurdî be û fêrî zimanê erebî jî bibin."

Dayika Şêrîn Xelef jî got: "Em ji hikûmetê û aliyên têkildar daxwaz dikin ku li biryara xwe vegerin, nabe ku ji carekê ve zimanê xwendinê were guhertin, em li ser siberoja zarokên xwe ditirsin, bila zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî. Li herêmên Kurdan ji mafê wan e ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin."

Xwendekar Rewan Omer jî got: "Temenê min 15 salî ye, mafê me ye em xwendina xwe bi zimanê dayikê bidomînin. Ev bûye 9 sal ez bi zimanê kurdî dixwînim û dixwazin xwendina xwe bi kurdî berdewam bikin."

(np)

ANHA