Şêniyên Til Birakê ji ber nebaşbûna kalîteya nan daxwaza çareseriyê kir
Şêniyên Til Birakê ji ber ku firinên bajêr û gundên wê nan baş çênakin û dereng belav dikin, gilî û gazinên xwe kirin. Şêniyan bang li rayedarên peywendîdar kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

Nerazîbûna şêniyên Til Birakê û gundên wê yê der barê nebaşiya kalîteya nan û derengmayîna belavkirnê de, zêde bûye.
Li bajarê Til irakê ji bo peydakirina nan çend firin dixebitin, hin ji wan girdayî rêveberiyê ne û hin jî yên taybet in, ardê xwe ji Rêveberiya Aşan a li Hesekê werdigirin. Lê di demên dawîn de der barê nebaşiya kalîteya nan û derengmayîna balavkirinê de gilî û gazinên şêniyan zêde bûne.
Şêniyê bi nvê Fîras El Xabûr der barê mijarê de got: "Kalîteya nan carinan baş e û carinan ne baş e. Pirsgirêka sereke ew e ku navendên belavkirinê zû nan belav nakin, lewma bi ser hev de dimîne û tirş dibe. Eger nan baş neyê sarkirin û hîna germ di kîsan de bimîne, tirş dibe.”
Şêniyê bi navê Mihemed El Ezab nerazîbûna xwe der barê kalîteya nan de nîşan da û got: "Nan carinan reş e yan jî dişewite û bêh jê tê. Di wextê xwe de nayê belavkirin, bi ser hev de dimîne, dibe hevîr ku nayê xwarin."
Rêveberê depoya firina giştî ya Til Birakê Ebdullah Ebdo jî got: "Firin 2 danan dixebite û rojane nêzîkî 14 ton ard xerc dike û nêzîkî 14 hezar û 800 nan dibêje, bi 21 erebeyan, bi rêya komînan li zêdetirî 400 gundan tê belavkirin.”
Têkildarî sedemên nebaşbûna kalîteyê nan Ebdo got: “Pirsgirêka sereke ew e ku kalîteya ardê ku ji Rêveberiya Aşan a Hesekê re tê caruna ne baş e, lewma kalîteyan nan jî ne baş dibe. Sedemeke din jî heye, ew jî ku nan zû nayê belavkirin û li ba navendên belavkirinê bi ser hev de dimîne, ev yek jî kalîteya nan xirab dike. Niha em bi hevkariya komîteyên aboriyê hewl didin mekanîzmayeke belavkirina bileztir peyda bikin da ku nan di dema xwe de bigihêje şêniyan.”
Şêniyên bajêr bang li rayedarên peywendîdar û saziyên xizmetguzarî û komîteyên aboriyê kir ku bi lez destwerdanê bikin da ku kalîteya ard baştir bibe, mekanîzmayên belavkirinê bi rêk û pêk bikin û karê nevendên belavkirinê bişopînin da ku nanê paqij bidin şêniyan.
(k)
ANHA