Ji 2021’an ve li Holê 5 operasyon; xetereya çeteyên DAIŞ’ê didome
Ji 2021’an ve ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê û sînordarkirina belavbûna fikra tundraw, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û QSD’ê 5 operasyonên ewlehiyê li kampa Holê pêk anîne.
Kampa Holê ku li rojhilatê bajarê Hesekê ye û li nêzî sînorê Iraqê ye, ji cihmn herî xeternak e. Kamp sala 1991’an ji bo bicihkirina penaberên Iraqê yên ji Şerê Kendavê yê Duyemîn reviyane, hatibû avakirin. Piştî bidawîbûna şer penaberên Iraqê vegeriyan û kamp hat girtin. Lê bi êrişa li dijî Iraqê ya 2003’yan re kamp dîsa hate vekirin.
Bi destpêka krîza Sûriyeyê re çeteyên DAIŞ’ê kamp dagir kir û bajarê Holê ji bo çûn û hatina di navbera Iraq û Sûriyeyê de bi kar anî. Di 15’ê Mijdara 2015’an de QSD’ê bajarê Holê û kampa wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û tê de koçberên Sûriyeyê yên ji şerê di navbera hikumeta Şamê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, Cebhet El Nusra û DAIŞ’ê de reviyane, bi cih kirin.
Piştî têkbirina DAIŞ’ê di Adara 2019’an de li Baxozê ya Dêrazorê nêzî 12 hezar çete hatin girtin ku niha di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Malbatên çeteyan di kampa Holê de hatin bicihkirin. Di buhara 2019’an de hejmara kesên li kampê hatibûn bicihkkrin nêzî 74 hezar kes bûn, ji wan 50 hezar ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên sûriyeyî, iraqî û biyanî ne.
Piştî ku hin malbatên sûriyeyî û iraqî yên ku destên wan neketiye xwîna gelê Sûriyeyê û Iraqê ji kampê hatin derxistin, hin dewletên biyanî welatiyên xwe vegerandin ba xwe.
OPERASYONÊN EWLEHIYÊ YÊN LI DIJÎ GEFAN
Li hember vê rewşê û xeteriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya YPJ û QSD’ê rêzeoperasyonên ewlehiyê li kampa Holê, ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê û têkbirina fikr û rêxistinbûyîna tundraw di hundirê kampê de dan destpêkirin.
QONAXA YEKEMÎN A 2021’AN
Qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 28’ê Adara 2021’an de dest pê kir û heta 2’yê Nîsanê dom kir. Di encamê de 125 endamên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Ji wan 20 serçete û berpirsên sûcên di kampê de bûn. Her wiha kelûpel û amûrên amadekirina mayînan hatin vedîtin û desteser kirin.
QONAXA DUYEMÎN A 2022’YAN
Qonaxa duyemîn a Operasyona Ewlehî û Mirovahî di 25’ê Tebaxa 2022’yan de dest pê kir û 24 rojan dewam kir. Di encamê de 226 çete hatin girtin, 25 tunel hatin vedîtin û hejmareke mezin a teqemenî, çek, cebilxane û amûrên din hatin desteserkirin. 2 jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞˈê hatin rizgarkirin. Bi vî awayî di 4 salên dawîn de hejmara jinên Êzidî yên rizgarkirî bû zêdetirî 200’an.
Her wiha 4 jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyan ve hatibû qeydkirin û îşkence li wan dihat kirin, ji aliyê YPJˈê ve hatin rizgarkirin.
QONAXA SÊYEMÎN A 2024’AN
Qonaxa sêyemîn a operasyonê di 27’ê Çileya 2024’an de dest pê kir û 10 rojan dom kir. Tê de 85 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin û çek û kelûpelên bi wan re hatin desteserkirin û 5 tunel hatin vedîtin û rûxandin.
Di operasyonê de serçeteyê bi navê Ebû Sufyan El Luheybî ku berpirsê karên terorî di hundir û derveyî kampê de bû, hat kuştin. Keçeke Êzidî bi navê Kovan Îdo Xirto ku berî bi 10 salan di êrişa li dijî Şengalê de hatibû revandin, ji aliyê YPJˈê ve hat rizgarkirin.
OPERASYONA EWLEHIYA DOMDAR
Di 6’ê Mijdara 2024’an de li kampa Holê "Operasyona Ewlehiya Domdar" hat destpêkirin. Ev operasyon cuda bû, li derdora kampê û herêmên gundewar hat destpêkirin. Di operasyonê de zêdetirî 100 kîlomtre çargoşe hat paqijkirin, 79 çete hatin girtin, cenazeya jinekê bi destê "Hesba jinan" hatibû kuştin hat dîtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê, di 18’ê Nîsana 2025’an de, operasyoneke nû dabû destpêkirin. Ev operasyon piştî agahî hatin wergirtin ku tevgerên şaneyên DAIŞ’ê li hundirê kampê zêde ne, hewldanên wan ên tevlêkirinê û qaçaxçîtiya malbatên çeteyan ji kampê berdewam dikin, hat pêkanîn.
Heta dawiya 20’ê Nîsanê di vê operasyonê de 20 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, çek û cebilxane hatin desteserkirin. Ev nîşan dide ku kampa Holê hîna jî gefeke rasteqîn e.
ZEMÎNEKE TUNDRAW Û XETERIYA NIFŞA BÊ
Kampa Holê îro ji bo jinûve çêkirina avakirina çeteyên DAIŞ’ê zemînek e. Bi nebûna bernameyên rehabîlîtasyonê yên aktîv û berdewamkirina fikira tundraw êdî kamp temsîla cihekî herî guncaw ji bo jinûve gihandina tundrawiyê ne, naxasim di nava zarokên ku ji biçûkaniya xe de li ser fikra tundraw tên perwerdekirin û bi navê "Eşbal El Xîlafe" tên naskirin.
Her wiha jinaên tundraw jî bi zorê, bi rêya tirsandin û êşkencekirina kesên bin pê dikin, "desthilata olî" ferz dikin, bi wê re sûcên qetilkirinê li hundirê kampê li dijî jinên dev ji tundrawiyê berdane, tên kirin.
PAŞGUHKIRINA NAVNETEWEYÎ TRAJEDIYAN ZÊDE DIKE
Tevî hewldanên ewlehî yên mezin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û QSD’ê pêk tînin, lê paşguhkirina navneteweyî ji kampê re, gefan zêde dike. Piranî dewletên rojavayî red dikin ku welatiyên xwe vegerînin û ji berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî direvin. Her wiha tu çarçoveyeke navneteweyî ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî jî tune ye û li hember wê jî Rêveberiya Xweser bêyî ku tu fînanseyeke têrker an jî piştgiriya saziyan hebe, barê giştî hilgirtiye.
Li kêlek wê jî nebûna piştgiriya mirovî û bernameyên rehabîlîtasyonê hiştin ku zemîneke tundrawî ava bibe, ev jî nîşaneya xeteriyekê ye ku kamp ji navenda girtinê veguhere baregeha destpêkirina jinûve terorîstê.
Li pêşberî vê rewşê, êdî pêwîst e hemleyeke navneteweyî ya giştî were destpêkirin ku xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin ku malbatan vegerînin û ji nûve zarok û jinan perwerde bikin.
Dadgeheke navneteweyî ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê li gorî qanûna navneteweyî li ser erdê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin, ji ber ku li wir sûc hatine kirin.
Bernameya rehabîlîtasyonê derûnî û perwerdehî bi çavdêriya rêxistinên navneteweyî yên pispor werin berfirehkirin, piştgiriya darayî û lojîstî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re were dayîn, mekanîzmeya çavdêriya giştî ya navneteweyî di hundirê kampê de were danîn ku pêşî li binpêkirinan were girtin û fikira tundraw vehewîne.
SERJIMARA NÛ YA KAMPÊ
Li gorî serjimariya dawî ku ajansa me ji Rêveberiya Kampa Holê bi dest xistiye, hejmara niştecihên kampa Holê 35 hezar û 323 kes e û li ser 3 beşên sereke belavkirî ne. Sûriyeyî beşeke mezin digire ku 15 hezar û 805 kes e, iraqî 13 hezar û 124 kes in û kesên biyanî jî yên ji welatên cihêreng 6 hezar û 385 kes in.
Ev hejmar nîşan didin ku li hundirê kampê têkelbûnek bi îdeolojiya DAIŞ’ê heye û li kêleka wê bi hezaran zarokên nû bûne hene û ev jî zemînekê ji bo tundrawiyê çêdike. Bi wê re asta astengiyên ewlehî û mirovî yên kampê zêde dibe.
Ji lew re berdewamkirina paşguhkirina pirsgirêka kampa Holê, wê ne tenê firehkirina fikra tundrawiyê bîne, ji wê zêdetir wê bi xe re nifşekî nû ya çete û terorîstan bigihîne ku gefan li cîhanê bixwe. Kamp ne tenê krîzeke mirovî ye, lê astengiya ewlehî ya stratejîk e ku pêdivî bi bersivdana lez a navneteweyî û hevkariyeke rasteqîn a çareseriyan heye.
WÊNE Û DÎMEN: Henar ÎBRAHÎM
(bb-fr)
ANHA