Li Helebê teqîn: kesek mir

Li Til Medîq ê gundewarê Helebê di dema cotkirina zeviyê xwe de mayînek teqiya di encamê de ciwanêkî jiyana xwe ji dest da.

Li Helebê teqîn: kesek mir
23 îlon, 2026   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) îro, di encama teqîna mayînekê li herêma Til Medîq a gundewarê Helebê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Teqîna pêk hatiye, bermahiyên şer bû ku li nava zevî û herêmên Sûriyeyê belav in.

SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka 2026’an ve ji ber teqînên bermahiyên şer 260 kesan jiyana xwe ji dest daye û 399 kes jî birîndar bûne.

(f)