Rêber Abdullah Ocalan: Mafê Kurdan heye bersivê bidin rejîma Mela ya paşverû

Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê Tayîp Temel hişyariya Rêber Abdullah Ocalan a piştî êrişên Îranê yên li ser Hewlêrê dabû parve kir. Temel got, ku Rêber Abdullah Ocalan ev hişyarî dabû ‘Heke rejîma Îranê êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê ranewestîne û siyaseta darvekirin an ku îdamê bi dawî neke, mafê Kurdan heye ku bi tevahî dijwar bersivê bidin rejîma Mela ya paşverû.’

Rêber Abdullah Ocalan: Mafê Kurdan heye bersivê bidin rejîma Mela ya paşverû
24 îlon, 2026   22:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên rejîma Îranê yên li ser Hewlêr ya Başûrê Kurdistanê û şûnde, Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê Tayîp Temel hişyariyên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî mijarê parve kirin.

Temel li ser hesabê xwe yê X’ê ev tişt parve kirin:

‘‘Rêber Apo di peyama xwe ya dawî de ev hişyarî kiribû; ‘‘Heke rejîma Îranê êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê ranewestîne û siyaseta darvekirin an ku îdamê bi dawî neke, mafê Kurdan heye ku bi tevahî dijwar bersivê bidin rejîma Mela ya paşverû.”