Li Reqayê projeya "înkubatoran"

Ji bo piştgiriya beşa mirîşkan û xurtkirina hilberîna xwecihî ya herêmê, Meclisa Aborî û Çandiniyê li kantona Reqayê kooperatîfeke taybet a hilbirîna çêlikan (çûçik) bi navê "mirîşkên dayik” ava kir.

Li Reqayê projeya "înkubatoran"
Li Reqayê projeya "înkubatoran"
Li Reqayê projeya "înkubatoran"
Li Reqayê projeya "înkubatoran"
Li Reqayê projeya "înkubatoran"
Li Reqayê projeya "înkubatoran"
Li Reqayê projeya "înkubatoran"
Li Reqayê projeya "înkubatoran"
Li Reqayê projeya "înkubatoran"
Li Reqayê projeya "înkubatoran"
22 nîsan, 2025   06:20
REQA
ENES MIHEMED

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê bi rêya kooperatîfan hewl dide piştgiriyê bide hilberîna xwecih.

Di vê çarçoveyê de, meclisê projeyeke înkubatoran (cîhazên kurkê) da destpêkirin. Proje ji 6 înkubator û çewlikan pêk tê. Her yek têra 19 hezar hêkan dike. Beytarek û 8 karker çavdêriya projeya înkubatoran dikin.

Têkildarî projeyê beytar Kazim Hemed got: "Înkubator bi awayekî otomaktîk dixebitin û em jî çavdêriyê li xebata wan dikin. Divê zêdetirî 15 deqeyan kehrebe li ser înkubatoran qut nebe, ji ber ku ew ê telef bibin."

Hemed diyar kir ku di projeyê de 6 înkubator û çewlik hene, hêk heta 18 rojan di înkubatorê de dimînin û piştre vediguhêzin çewlikê û li wir jî 3 rojan dimînin.

Hemed anî ziman ku piştî wê çêlikan vediguhêzên cihên taybet (hangar) ji bo lênêrîna wan, da ku piştre hinarde bikin an jî bifiroşin.

Di projeyê de du hangar hene; yek tê de çêlik tên xwedîkirin û ya din jî ji bo xwedîkirina makan e. Di her hangarekê de 3 hezar û 500 çêlik hene.

Hemed got: "Ev înkubatorên nû yên kooperatîfan di pêkanîna sûdewariyên xwecihî de dê bibin alîkar."

Hemed anî ziman ku hilberandina çêlikan dê bi xwe re zêdebûna mirîşkan, goşt û hêkan jî bîne. Hemed diyar kir ku li kêlek kêmkirina lêçûnan, ev înkubator dê kalîteyeke baş jî pêk bînin.

(fr)

ANHA