‛Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî çareserkirina pirsgirêka Kurd e’
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê diyar kir ku çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêwîstiya naskirina dewleta Tirk bi mafên gelê Kurd pêk tê.

Tevî ku çend meh di ser vê bangê re derbas bûne, lê dewleta Tirk tu gavên bingehîn ên berbiçav neavêtine.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Elî Seidûn diyar kir ku çi gaveke ber bi aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurd ve bê avêtin, divê ji pêkanîna fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê bike, mafên gelê Kurd werin naskirin û dewleta Tirk çareseriya siyasî qebûl bike û ji siyasetên qirkirinê û înkarkirinê ku hîna jî pêk tîne, dûr bikeve.
Elî Seidûn di dewama axaftina xwe de axivî: "PKK bersiva banga Rêber Apo da û agirbest ragihand, berevajî deweta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku mafên rewa yên gelê Kurd înkar bike, dewam dike."
Seidûn helwesta dewleta Tirk a li hember "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" rexne kir û got: "Dewleta Tirk tu gavên pratîk ber bi aştiyê ve neavêtine û tenê daxuyaniyan dide.”
Seidûn diyar kir ku dewleta Tirk tu guhertin di siyasetên xwe yên li hember rewşa ragirtina Rêber Abdullah Ocalan de pêk neanîne. Her wiha destnîşan kir ku berxwedana li Îmraliyê didome.
Têkildarî hevdîtinên vê dawiyê de li Îmraliyê pêk hatine jî Seidûn got hevdîtin encama fedakarî û berxwedaneke mezin in.
Elî Seidûn diyar kir ku desthilata Tirk mezinahiya krîzan û zextên hundirîn ku welat tê re derbas dibe, baş dizane û çareserkirina van krîzan tenê bi rêya diyaloga siyasî ye.
Elî Seidûn di dawiyê de got: "Gelê Kurd ji bo çareseriyê amade ye, lê divê dewleta Tirk mafên wî nas bike. Ji ber ku ew rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêka Kurd e."
(fr)
ANHA