‘Divê zimanê kurdî di hemû astên perwerdeyê de bibe zimanê fermî’

Gel û xwandekarên Kobanê daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê xwe dikin. Nêrîna giştî ya gel ew e ku divê zimanê kurdî di hemû astên perwerdeyê de bibe zimanê fermî.

‘Divê zimanê kurdî di hemû astên perwerdeyê de bibe zimanê fermî’
25 îlon, 2026   06:25
KOBANÊ

Welatiyê bi navê Adil Şêro wiha behsa biryara hikumeta Şamê dike û dibêje: “Wekî tê zanîn biryara ku hikumeta şamê ya veguhêz derxistî qaşo di hefteyê de , tenê sê ders bi zimanê kurdî bên dayîn em wek welatî vê biryarê di derhqê zarokên xwe de, tu car qebûl nakin.”

Şêro di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û got: “Ji ber ku her pêkhateyek bi zimanê xwe tê naskirin, em wek Kurd jî mafê me ye ku em bi zimanê xwe fêr bibin û bixwînin.”

Di dawiyê de Şêro got: “Em ne li hemberî tu zimanan in, lê zimanê mirov yê dayikê esasî ye, ji ber ku zimanê mirov hebûn û nasnameya mirov diparêze.”

Xwendekara bi navê Şeyma Mihemed ku di refa 3’yemîn de dixwîne, dibêje: “Ez niha li dibistana xwe me û bi zimanê xwe dixwînim. Ez naxwazim bi zimanê erebî bixwînim, ez Kurd im, zimanê min kurdî ye û ez ne Ereb im ku ez bi erebî  bixwînim.”

Emîra Omer daxwaza mafê perwerdeya zarokên xwe kir û got: “Ev bûye 14 sal zarokên me bi zimanê kurdî perwerdeya xwe dibînin, ji mafê zarokên me ye ku bi zimanê xwe bixwîn in û perwerde bibin .

Emîra Omer wiha li gotina xwe zêde kir, ez wek dayik naxwazim ku zarokên min ji bilî zimanê kurdî bi tu zimanên dîtir bixwînin.

Di dawiyê de Emîrayê got: “Em ne li hemberî ku zarokên me fêrî zimanên dîtir bibin, lê divê di destpêkê de bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.”

(ct)

ANHA