’Hilbijartinên şeklî gavek ber bi parçekirina Sûriyeyê ve ye’

Nivîskar û çalakvanê siyasî Elî El Emîn El Siwêd diyar kir ku hilbijartinên şeklî yên hikumeta veguhêz bêxemiya wê li hemberî yekitiya Sûriyeyê nîşan dide got, eger hikumeta veguhêz di siyasetên xwe de dewam bike dê Sûriyeyê di nav çiravê de bihêle.

’Hilbijartinên şeklî gavek ber bi parçekirina Sûriyeyê ve ye’
5 cotmeh, 2025   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikkumeta veguhêz a Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola xwe de bi navê hilbijartinên gel de dest bi tayînkirina endamên parlamentoyê kir. 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê jî di nav de tevahî hêzên siyasî û tevgerên sivîl ji van hilbijartinan hatine dûrxistin. Lew ra ev hilbijartin bi pîvanên hiqûqî û qanûnî bi nakok in. Di heman demê de di rewşekê de tên lidarxistin ku despotîzmê û ferzkirina kesên mafên wan ên namzetiyê nîn in, serwer in.

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

El Siwêd diyar kir ku hikumeta veguhêz bi îsrara hilbijartina endamên meclisa gel hewl dide desthilata xwe rewa nîşan bide û karekterê desthilatdariya xwe ya de facto ya li ser beşek Sûriyeyê ji holê rake.

El Siwêd di dewama axaftina xwe de got: "Ev hilbijartin tên kirin, di demekê de ku sêyeke ji xaka Sûriyeyê ne di bin kontrola desthilat Şamê de ye. Lew ra em vê wekî paşguhkirineke zêdetir a yekitî û hevgirtina Sûriyeyê pênase dikin. An jî wekî gaveke ber bi parçebûn û jihevxistina Sûriyeyê ve ye."

El Siwêd anî ziman ku eger hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yekitiya Sûriyeyê wekî armanca xwe ya sereke dibîne hingî wê hilbijatinên tayînkirinê taloq kiriba û şêwazê hilbijartina endaman nû kiriba , di heman demê de dê hilbijartin azad û demokratîk li dar xistiban.

Çalakvan Elî El Emîn El Siwêd di dawiya axaftina xwe de got: "Desthilat an girîngiya yekitiya welat fêm nake, an jî hewl dide li ser hikum bimîne eger çareyek ji axa Sûriyeyê be jî ne xema wê ye. Di her du rewşan de dê Sûriyeyê di nava çiravê de bimîne, hêviyên derketina ji vê çiravê wê di demek nêzîk be tune bin."

(bb)

ANHA