Aborînas Pelda: Bi girtina Hurmuzê re alternatîf tên çêkirin

Aborînas Ehmed Pelda peymana Kerkûk-Banyasê ku li DYA’yê di navbera Iraq û Sûriyeyê hate çêkirin, nirxand û diyar kir ku hemû hewldan di çarçoveya girtina Tengava Hurmuzê de ji bo çêkirina rêyên alternatîf in.

Aborînas Pelda: Bi girtina Hurmuzê re alternatîf tên çêkirin
24 tîrmeh, 2026   03:42
NAVENDA NÛÇEYAN
DOGAN CÎHAN

Bi şerê Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîlê re, Tengava Hurmuzê ket rojeva cîhanê û girtina tengavê bandoreke mezin li ser aboriya cîhanê çêkir. Ji ber vê yekê DYA ketiye nava hewldanên peydakirina alternatîfên Hurmuzê. Di vê çarçoveyê de rêyên ku petrola Iraqê si ser Sûriyeyê re bigihêjin Behra Spî ji bo xeta Kerkûk-Banyasê bixebite, peymanek hat îmzekirin. Gelek şîrketên petrolê yên DYA’yê li Iraq û Sûriyeyê dest bi karên nû kir û rêyên dîtir jî di rojevê de ne. 

Aborînas Ehmed Pelda di vê der barê de ji ANHA’yê re axivî.

‘BI GIRTINA HURMUZÊ RE ALTERNATÎF TÊN ÇÊKIRIN’

Aborînas Ehmed Pelda diyar kir ku şerê Îranê dê hîn bidome, ji ber vê yekê rêyên alternatîf ji bo Tengava Hurmuzê çêdikin û wiha domand: “Hewcedariya petrolê gelekî zêde ye. Tênê ya Iraqê, dê roj were ya Îranê jî, ya Başûrê Kurdistanê jî, ya Kuweytê jî ku nêzî Basrayê ye, bi vî awayî alternatîfa Hurmuzê çêkin û rola Hurmuzê kêm bibe. Êdî welatên Ereban xwe bi Îranê ve girê nedin, dema ku israra Îranê bişikê, israra Çînê jî dişikê. Ya ku ji wê xetê herî zêde petrolê werdigire û giraniyê dide Îranê, Çîn e. Dema ku Hurmuz were girtin Çîn zirarê dibîne. Welatên dîtir li ser erdê alternatîfên xwe çêdikin.”

‘AVANTAJ KET DESTÊ SÛRIYEYÊ’

Pelda da zanîn ku xeta Kerkûk-Banyasê gelek avantajan dide Sûriyeyê, ji ber ku dema xet derbas bibe, dê Sûriye petrola xwe jî di vir re derbas bike.

‘ARMANCA DYA’YÊ; PETROL NEGIHÊJE ÇÎNÊ’

Aborînas Pelda xeta Kerkûk-Banyasê wiha pênase dike: “Ji bo Amerikayê ya girîng ew e ku petrola van welatan lazim e bi awayek, ewle bigihêje bazara cîhanê. Lê ji bo Amerîkayê petrol bigihêje Ewropayê, Afrîkayê, ku derê, dixwaze lê esas e ew e ku negihêje Çînê. Bi rêya xetê û bazirganiyê berê Rojhilata Navîn dide Behra Spî û dide Afrîkayê.”

Heta niha xeta Kerkûk-Ceyhanê ji bo petrola Iraqê dergehê sereke yê cîhanê bû û vê yekê hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê jeopolîtîk ve hêzeke mezin dida Tirkiyeyê. Vekirina xeta Kerkûk-Banyasê ya bi piştgiriya DYA’yê, ji aliyê aborî ve dê çi qas zirarê bide Tirkiyeyê û gelo ev gav çawa bandorê li rola Tirkiyeyê ya wekî "navenda enerjiyê" bike?

Projeya Kerkuk-Banyasê berê jî hebû. Lê ji ber rejîma Esad û Sedam Huseyîn li hev nekir, ev pratîze nebû. Alternatîf wek Kerkûk-Ceyhan çêkirin. Ev xet demeke dirêj ji her du aliyan re jî xizmet kir. Ji salên 2000’î şûn de bandora rêveberiya Iraqê kêm bû û ev xet zêdetir bi Başûrê Kurdistanê re meşiya. Başûrê Kurdistanê jî di du rêyan re petrol dibir. Yek bi tankêran ku ev ji milê aborî ve pir xuya nedikir. Ji ber ku bi vê rêyê Tirkiye û rêveberiya Başûr di nav xwe de dikir, nayê zanîn ku kî çi qas pere qezenc kiriye, dahata vir çi ye û çûye ku derê. Dema ev hat çêkirin, dahata wê hinek ji Iraqê re hat dayîn, hinek jî ji Başûr re. Aliyekî wî yê yasayî hebû. Ew jî bi rêk û pêk nemeşiya. Piştre rêveberiya Iraqê ew di asta navneteweyî de bire dadgeha Fransayê û ew da sekinandin. Yek jî divê tazmînat bida, Tirkiyeyê ev qebûl nekir. Ev xet rawestiya lê van demên dawîn dîsa peymanek hat çêkirin û vê xetê dest bi kar kir. Lê niha alternatîf çêbû, ew jî Kerkûk-Banyas e.

Kapasiteya Kerkûk-Banyasê kêm e, wê zêde bikin. Ne tenê ne ev xet, dê gelek xetên dîtir jî çêbin. Vê du sedemên xwe hene. Yek jeostratejîk e. Meseleya Tengava Hurmuzê ye. Wê şerê Îranê gelekî dewam bike. Ji ber şer tengav her tê astengkirin, petrol disekine, ji ber vê yekê wê Kerkûk-Banyas dê bê xurtkirin. Dîsa dê xetek ji Basrayê were çêkirin û ew ê jî di Sûriyeyê re derbas bibe. Dibe ku ew di ser Urdinê re biçe Îsraîlê jî. Ji aliyê welatên Kendavê ve jî bigihînin hev, di ser Îsraîlê re yan jî di Urdinê re bigîhêje Behra Spî, ev xet jî dê were çêkirin. Halî hazir fîzîbîlîteyên wan tên çêkirin.

Îsraîlê xwest Xezayê paqij bike, ew xetên petrolê, rêyên bazirganiyê, xetên avê, xetên înternetê û hwd. Ew ya pergaleke kompleks e. Ev ji Rojhilata Navîn heta Hindistanê xetek e. Xeta wê ya siyasî jî Peymanên Îbrahîm bû. Lê ji ber şer niha ev ketiye xetereyê. Heta ku Îranê negirin bin kontrola xwe, ev bi rêk û pêk nameşe. Ji ber vê yekê rêyên alternatîf çêdikin. Ji vê jî yek Kerkûk-Banyas e, yek jî hîn di rojevê de ye, dê Basra be û Kerkûk-Ceyhan jî dê kapasîteya wê were zêdekirin. Ev taybetmendiya xwe winda nake, dê zêdetir bibe. Ji ber ku hewcedariya petrolê gelekî zêde ye. Ne tênê ya Iraqê, dê roj were ya Îranê jî, ya Başûrê Kurdistanê jî, ya Kuweytê jî ku nêzî Basrayê ye, bi vî awayî alternatîfa Hurmuzê çêkin, dê rola Hurmuzê kêm bibe. Êdî welatên Ereban xwe bi Îranê ve girê nedin, dema ku israra Îranê bişikê, israra Çînê jî dişikê. Ya ku ji wê xetê herî zêde petrolê digire, giraniyê dide Îranê, Çîn e. Dema ku Hurmuz were girtin Çîn zirarê dibîne. Welatên dîtir li ser erdê alternatîfên xwe çêdikin.

Rola Tirkiyeyê kêm nabe lê wekî berê wek hêzeke hegemon, hemû daxwazên xwe didan qebûlkirin na, ew kart ji destê Tirkiyeyê dikeve. Ne tenê xetên petrolê, rêyên bazirganiyê jî ji destê Tirkiyeyê diçin.

Hemû tişt ji Skenderûnê bi rêya barhilgiran diçe Başûr, ji wir diçe Iraqê û welatên Kendavê. Ev rê jî ji destê Tirkiyeyê diçe. Rêyên M4 û M5 bi temamî werin çalakkirin, ev koz jî ji destê Tirkiyeyê diçe. Niha ji ber vê yekê Tirkiye di nava hewldanan de ye. Xwe bi xwe rêyên alternatîf çêke. Niha tiştê di ser Başûr re diçû, niha di Sûriyeyê re diçe. Deriyên Ezaz, Serêkaniyê û Nisêbînê bi kar bînin, wê demê di Çilaxayê re derbasî Mûsilê bibin, hîç hewcedariya wan bi Başûr namîne. Ev rê jî dê çalak bibe.

Rêyên M4 û M5 jî dê çalak bibin. Dema ev rê çalak bibin Tirkiye zêde nikare astengiyê derxe. Berê kel û pelên ku dihatin bendera Skenderûnê niha dê werin Lazqiyeyê. Wê di ser Sûriyeyê re biçe Iraqê û welatên Kendavê. Rola stratejîk a di destê Tirkiyeyê de dikeve.

Tirkiye li ser Başûr her ev bi kar dianî. Niha Başûr jî berê xwe bide Sûriyeyê, kel û pelên xwe di wir re bîne, xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê bi kar bîne, dikare hewcedariya xwe ya bi Tirkiyeyê kêm bike. Ev jî dê alternatîfên Başûr xurt dike. Bi giştî Amerîka piştgiriyê dide vê xetê.

Ev xeta boriyê di nav axa Sûriyeyê re derbas dibe, ji aliyê aboriya herêmî ve, ev projeya ku DYA piştgiriya wê dike, dê çi bandorê li ser aborî û rewş siyasî ya Sûriyeyê bike? Ev rewş dê Enqereyê neçar bike ku polîtîkaya xwe ya li hemberî Sûriyeyê biguherîne?

Dema petrol derbas bibe, dê Sûriye komîsyona xwe wergire. Ji vê zêdetir ev xet hêzeke jeostratejîk dide destê Sûriyeyê. Iraq wê êdî nikaribe bi keyfî li hember Sûriye gavan biavêje. Irak berê li gor polîtîkayên xwe çawa bixweste li ser Sûriye dikarîbû bikira berê jî dema Esad û Saddam de jî pirsgirêk çêdibûn. Dema petrola Iraqê di Sûriye de derbas bibin, rêyên bazirganiyê M4 û M5 tam çalak bibin wê demê Iraq gere êdî têkiliyê xwe bi Sûriye re baş bike. Ev xetên boriyan gelek avantaj dide Sûriye. Dema ku ev xet derbas bibin, dê Sûriye petrola xwe jî di vir re derbas bike. Xetên heyî yên Sûriye jî wê bigihêjin hevdû û bi wî xetî re bibe yek.

Niha Sûriye û Iraq bi hevdû re bi şîrketên navneteweyî re peymanan çêdikin. Ev şîrketan wê di bîrên petrolên Sûriye de reform çêbike. Hîlberînê zêde bike. Li gelek deveran wê lêgerîna petrolê çêbibe, berê ji ber rewşa ewlehî nikarîn çêbikin niha wê petrol were derxistin. Ev xet dê hemû biçin ser xeta Kerkûk-Banyasê. Ev wê Sûriye û Iraqê nêzî hevdû bike. Dema ku ev nêzbûn çêbibe wê destê herdû welatan jî li hember Tirkiye xurt bibe.

Tirkiye li hember ev herdû welatan bazirganî wek fişarekî bikartîne. Tirkiye hem kel û pelên xwe difroşe wan hem jî wan hewceyî xwe dike. Di vî alî de niha alternatîfê wan çêdibe. Bi Behra Spî dikarin gelek welatan re, dîsa Urdinê re, Îsraîle dikare bazirganî bikin. Di milê hewayî de jî hewcedariya wan bi Tirkiye nema, dikarin ser Behra Spî bikarbînin. Berê petrola xwe ser Tirkiye difrotin niha ev jî ji xwe diguhere.

Tenê yek fişar tenê destê Tirkiyeyê de dimîne ew jî meseleya avê ye. Dîcle û Firat wek fişarekî di destê Tirkiyeyê de li hember Sûriye û Iraq bikartîne. Mecbûrin ku hinek berjewendiyên Tirkiye biparêzin, Tirkiye jî wekî berê nikare nêz bibe.

Hegemonyaya Tirkiye di milê siyasî û leşkerî de wê kêm bibe. Ev wê li gor şert û mercan di demekî ku em behsa 10 salan dikin wê kêm bibe. Wê têkiliyên bazirganî xurttir bibin û bidomin.

DYA bi piştgiriya vê peymanê û bi ji nû ve dîzaynkirina rêyên petrol û aboriyê, bi rastî dixwaze li Sûriyeyê çi bike? Gelo ev gav nîşaneya model û planeke nû ya Amerîkayê ye ji bo siberoja siyasî û aborî ya Sûriyeyê? Mebest û berjewendiya Washingtonê li vir çi ye?

Dema em ji alî jeostratejîk de lê mêyze bikin, Amerîka vê gavê destê Çînê dişkîne. Armanca Amerîka ew bû ku Çîn li Rojhilata Navîn xurt nebe. Digihije armanca xwe. Beriya 4 sal berê Çînê li Iraqê bi dilxwazî 1500 dibistan çêkirin an modernîze kirin. Tarzekî Çînê heye, biçe welatekî li wir projeyeke çêdike, mînak dibêje, tiştek nabe dikarî pereyê wî piştre bidî, piştre têkiliyên xwe yên bazirganî pêş dixîne, endamên xwe bicih dike. Niha Amerîka ev rêyana hemû jê re girtin. Çîn niha nikare van karan bimeşîne. Ev mesele ji bo Amerîkayê jeostratejîk e.

Ji bo Amerikayê ya girîng ew e ku petrolên van welatan lazim e bi awayek ewle bigihije bazara cihanê. Lê ji bo Amerîkayê petrol bigihije Ewropayê, Afrîkayê ku derê, dixwaze, lê esas e ew e ku negihêje Çînê. Bi rêya xetan û bazirganiyê berê Rojhilata Navîn dide Behra Spî û dide Afrîkayê. Mesela pirsgirêk bi Îsraîlê re derbas bibin, dê xetek ji Îsraîl dest pê bike û di Urdin, Misirê re biçe Bakurê Afrîkayê, heta Îspanyayê dê biçe. Ev jî bazarek e ku potansiyela xwe mezin e. Wê bazirganiya di Behra Spî re were xurtkirin.

Ji bo vê jî Amerîka dê li Iraq, Sûriye, Îsraîl, Urdin, Erebistana Siûdî cuda bi cih bibe. Heya niha baregehên Amerîkayê yên leşkerî tenê hebûn. Li hinek welatan hebûn, hinekan nebûn, lê êdî ji vir şûn de dê bi şîrketên Amerîkayê çalak bibin. Şîrketên petrol, bazirganî û bankên wê çalak bibin. Em ê êdî bankên Amerîkayê li Sûriyeyê bibînin. Her wekî din li Bexda, Beyrûtê, li gelek deverên Rojhilata Navîn. An wê bankên Amerîkayê rasterast bi xwe bixetin an jî dê bankên herêmî ava bibin û bi rêya wan krediyê bidin şixulandin, kar bikin. Bi vî awayî dê sîstema bankan jî Amerîka li heremê xurt bike.

Amerîka li heremê pergala fînansî, enerjî û ya bazirganiyê dide rûniştandin. Ev ji bo Amerîkayê serkeftin e û bi vî awayî Amerîka li heremê bi cih dibe. Her tişt li ser hesabên aboriyê dike.

Îsraîl niha peymanên çandiniyê bi pêş dixe. Ev zêde nayê nîqaşkirin. Başûr, Rojava di warê çandinî û cotkariyê de gelekî bikêrhatî ye. Teknolojiya Îsraîlê di qada çandiniyê de gelekî bi pêş ketiye. Îsraîl di milê sîyasî de dê neyê bi cih nebe, lê dê şîrketên Îsraîlê werin derdora Reqqa, Qamişlo, Dirbêsiyê, Serêkaniyê û hwd. Ji bo hilberînê dê werin van deveran kar û baran bikin. Dê ev şîrket an krediyê bidin an rasterast teknolojiya xwe bi kar bînin. Wê ji deverê erd bikirin an kirê bikin. Ji ber ku çandinî jî dibe meseleyeke jeostratejîk.

Di rewşeke wiha de ku Bexda alternatîfeke mezin li dijî Ceyhanê ava dike, pênaseya Tirkiyeyê ya ji bo vê rewşê dê çi be? Gelo di destê Enqereyê de kartên alternatîf an gavên dîplomatîk, aborî hene ku bandora vê xeta nû kêm bike û berjewendiyên xwe yên enerjiyê biparêze?

Bi taybetî jî dema hikumeta Zeydî hat, derfetên Tirkiyeyê wekî berê nema. Tirkiye dixwaze ji Tirkiyeyê heta Basrayê rêyekê çêke. Tirkiye bi vê rêyê dixwest Başûr û Rojava parçe bike. Ev proje hîn di rewşa fîzîbîlîteyê de ye. Gelekî reklama wî hat kirin lê pereyê ku proje pêk were nîne. Pereyê Tirkiye nîne ku vê rêyî çêbike. Ji welatên Kendavan bendewariyek hebû ew jî Katar di alî dîplomasî de alîkarî nîşanda alî aborî de xwe neda ber. Ji xwe ev peymana ku Iraq û Sûriye çêkir hewcedarî bi riya ku Tirkiye plan dikir de nema. Wê M4 were xurt kirin di ser de jî wê rêyên nû jî wê werin çêkirin. Taybet milê Dêrazor, Bukemal wan deweran wê rê werin xurt kirin, berfireh kirin. Bi vî jî wê rêyên bazirganiyên bi Tirkiye wê biqete. Wê ev rê Amerîka, Erebîstana Sûûdî û Îsraîlê ve wê were fînanse kirin. Iraq ji ber nekaribe wê ev welatan bikevin devrê. Kredî didin Iraqê lê Tirkiye ji bo rêya xwe nikare pere jî peyda bike. Ji ber vê yekê di destê Tirkiyeyê de zêde alternatîf namînin. Lê tiştek heye, her tişt wisa zû bi zû naguhere.

Tirkiye li Başûr û Iraqê di milê aborî, îstîxbarî, siyasî, leşkerî û hwd, di gelek qadan de xwedî bandor e. Nakokiyên di navbera sunnî û şîeyan de bi kar tîne. Dema dawî li Iraqê operasyonên gendeliyê çêbûn. Di wan operasyonan de derket holê ku gelek kesan pere revandiye Tirkiyeyê. Dema lêpirsîn werin kirin, bi fermî li Tirkiyeyê werin diyarkirin, wê demê Tirkiye jî dibe şîrîk. Yanî sûcên Tirkiyeyê jî derdikevin holê.

Tirkiye di nav siyaseta Iraq û Sûriyeyê de gelekî xwe xurt kiriye. Gelek kesên ji Sûriyeyê ku di nav de wezîrê karên derve yê Sûriyeyê jî heye, birine li Tirkiyeyê bawernameyên zanîngehê danê. Heman tişt li Iraqê jî heye. Di her warî de têkiliyan bi pêş dixe û tehdîtên xwe jî di destê xwe de girtine, ji ber vê yekê Tirkiye nikare zû bi zû safî bike. Lê wekî berê jî ku derfet nemaye ku her tişta ku dixwaze bide kirin.

(ha)