‘Di van şert û mercan de zehmete Şam êrişî Hizbullah bike’

Têkildarî tevlêbûna Sûriyeyê di şerê li hemberî Hizbullah de spekulasyon zêde dibin. Pispor destnîşan dikin ku li pêşiya vê destwerdanê astengiyên siyasî û leşkerî yên mezin hene.

‘Di van şert û mercan de zehmete Şam êrişî Hizbullah bike’
25 hezîran, 2026   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Li herêmê guhertin bi lez çêdibin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zexteke zêde li Îran û hevalbendên wê dike. Di vê rewşê de tê pirskirin ka Sûriye dê destwerdana Lubnanê bike û bikeve nava şerê li dijî Hizbullahê?

Mamosteyê têkiliyên navneteweyî û lêkolîner Dr. Tariq Wehbê ev mijar ji ajansa me re nirxand û got li ser vê senaryoyê axaftin bi helwesta DYA’yê ve girêdayî ye, serokê wê Donald Trump vekirî li ser vê mijarê axivî û mîna ku perspektîfekê bide serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu bû.

Wehbê got dibe ku dema serokê hikumeta demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera çû serdana DYA’yê ev dosya hatibe pêşkêşkirin. Her wiha di vê serdanê de li ser rewşa Sûriyeyê nîqaş kiribin û dibe ku di aliyê leşkerî de Washington destekê bide Şamê.

Lêkolîner û nivîskarê ji Lubnanê yê pisporê kar û barên navneteweyî Co Makeron ji ajansa me re peyivî û got Trump vê yekê aşkera radigihîne lê heyanî niha mekanîzmeya pêkanîne nîn e û tu gavên cidî di vê mijarê de ne hatine avêtin. Heke Ehmed Şera biryareke wisa bide dê di aliyê leşkerî û siyasî de buhayê wê giran be. Tirkiye jî ku hevalbenda Şamê ye, bi helwesta xwe ne pê re ye ku Şam tev li şerê li hemberî Hizbullahê bibe.

Makeron anî ziman ku heke Îsraîl û dewleta Lubnanê nikarîbûn vê erkê pêk bînin gelekî zehmet e ku Sûriye bikare vê erkê pêk bîne.

Wehbê da zanîn ku di vê demê de ya girîng ji bo Sûriyeyê ew e ku xwe ji nû ve ava bike û tevna neteweyî ya navbera pêkhateyên Sûriyeyê de çêke, nekeve nav pevçûnên nû ku êdî zehmet be Sûriye dest bi pêvajoyeke nû bike û saziyên xwe ava bike. Her wiha Wehbê diyar kir ku Şera di serdana xwe ya li Washingtonê de got ew amade ye bi Îsraîêl re dan û standinê bike, bi şertê Îsraîl vegere sînorê navneteweyî û dawî li dagirkirina Colanê bîne. Ev helwest destnîşan dike ku Şam berî ku bikeve nava pevçûnên herêmî ew li ser avakirina dewleteke modern disekine.

Makeron anî ziman ku derfeta Sûriyeyê li hemberî Hizbullahê şer bike bi dîroka têkiliyên Lubnan û Sûriyeyê ve girêdayî ye, têkiliiya xwe bi rewşa Sûriyeyê ya îro ve nîn e. Makeron got Şam ji bo serweriya xwe li ser Sûriyeyê çêke hîna ji hundir ve zehmetê dibîne. Ji ber vê yekê di van şert û mercan de zehmet e Sûriye destwerdana pirsgirêkên hudirîn ên Lubnanê bike, ew tenê ji aliyê siyasî ve zextê li Sûriyeyê dikin.

Wehbê anî ziman ku heke Şam li hemberî Hizbullahê şer bike dê li Lubnanê şer çêbe, bi taybet li herêmên ku Hizbullah lê ye, mîna Belbek, El Hermel û Buqaiyê. Hedef ji vî şerî ew e ku rêyên qaçax ên navbera Lubnan, Sûriya, Iraq û Îranê asê bikin.

Makeron diyar kir ku di vê pêvajoyê de zimanê Şera li hemberî Hizbullahê ne tûj e û zimanê Hizbullahê jî li hemberî Şera ne hişk e. Rayedarên Sûriyeyê sînor asê dikin ji bo çek tê re derbas nebin û li hundirê Sûriyeyê çalakiyên leşkerî neyên kirin.

Makeron hişyarî da û got heke şer dest pê bike, dê ne sînordar be, dibe ku ev şer li gelek herêman belav bibe û dê Lubnan û Sûriye buhayê wê giran bidin.

Wehbe jî diyar kir ku heke şer çêbe bi taybet di vê pêvajoya derbasbûnê de dê bandoreke neyînî li ser xebatên jinûve avakirina Sûriyeyê, pêşxistina artêşê û saziyên ewlehiyê û pêkanîna qanûnê bike.

Li ser asta herêmî jî Wehbê got bê alîkariya Amerîka ne gengaze ku Sûriyeyê di hundirê Lubnanê de leşkerî tevbigere, divê hikûmeta Sûriyeyê û Lubnanê jî di vê mijarê de li hev dû bikin, her wiha bertekên Îranê jî bidin ber çavan ji ber Hizbullah hevalbendê Îranê ye. Îsraîl dê destpêke fêde ji vî şerê navbera Sûriyeyê û Hizbullah bigire, ji ber dê zext li ser kêm bibe û eniyeke şer a dîtir li hemberî Hizbullah vedibe.

Makeron jî got heke Sûriyeyê bi hêza çek têkevê Lubnanê de, dê li Lubnanê parçebuyîn çêbibe û Îran jî li hemberî êrişa Sûriyeyê li ser Hizbullah bertek nîşan bide û dewletên ereban jî aliyê siyasî û ewlehiyê ve zehmetê bikêşin.

Her du pisporan destnîşan kir ku di van şert û mercan de zehmet e ku Sûriye rastrast bi Hizbullah re bikevê nava şer. Divê niha li Sûriyeyê aramî çêbe, dosyaya Lubnanê û hesabên herêmî û navneteweyî bi tevgerkirineke wiha ya Sûriyeyê ve girêdayî ye.

(np)

ANHA